'Em ê li dijî êrîşên dewleta tirk axa xwe biparêzin' 2017-07-01 10:35:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên navçeya Raco ya Kantona Efrînê çek hilgirtin û li gel şervanên YPG/YPJ'ê li hember êrîşên dewleta tirk li ber xwe didin. Artêşa tirk di demên dawî de li ser sînorê rojavayê Kurdistanê hêza xwe ya leşkerî gelekî zêde dike û hikumeta tirk jî bi vekirî gefan li rêveberiya Rojava dixwe û Kantona Efrînê kiriye hedefa xwe. Çavkaniyên YPG'ê jî piştraskiribûn ku artêşa tirk bi komên OSO'yê re bi 3 aliyan ve amadekariya êrîşan dike. Li ser gef û êrîşên artêşa tirk, şêniyên gundên li ser sînor ên navçeya Racoyê jî çekên xwe hilgirtin û aşkera kirin ku ew dê li dijî êrîşan li gel şervanên YPG/YPJ'ê heta dawî axa xwe biparêzin. Welatiyên ji ajansa ANHA'yê re axivîn, aşkera kirin ku ew dê şervanên xwe tenê nehêlin û êrîş ji ku ve tê bila bê, dê axa xwe biparêzin. Ji van welatiyê Hesen Şêxo diyar kir ku piştî hedefgirtina girê Heşorkî, wan çek hilgirtine û li noqteyên xwe li ser sînor nobedê digirin û wiha axivî "Em ê heta nefesa xwe ya dawî li gel şervanên YPG/YPJ'ê li hember êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe bidin. Gelê Efrînê gelekî berxwedêr e." WEKÎ HER CARÊ LI PÊŞ IN Welatiyên herêmê aşkera kirin ku ew dê "axa xwe teslîmê dagirkeran nekin" û gotin ku dê heta dawiyê axa xwe biparêzin. Welatiya jin a bi navê Emel Şêxo jî êrîşên artêşa tirk şermezar kir û ev tişt got: "Em ê li hember êrîşên dagirkeriya tirk li gel şervanên YPG/YPJ'ê asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û bersiva êrîşan bidin." KALEMÊRAN JÎ RAHÊŞT ÇEKÊ Wekî berxwedana Kobanê, gelê Efrînê jî di parastina Efrînê de bi biryar e. Kalemêrên herêmê jî çekên xwe hilgirtin û di çeperan de nobedê digirin. Ji van welatiyan yek jî Mihemed Ehmed Qêşo ye. Qêşo anî ziman ku ew amadene bersiva êrîşan bidin û got ku ew destûr nadin ku dewleta tirk û "çeteyên wê" axa wan a pîroz dagir bikin.