Piştî kuştina rêveberê AKP’ê gelek kes hatin binçavkirin 2017-07-01 12:51:29 AMED – Li navçeya Licê piştî kuştina alîkarê serokê AKP’a Licê Orhan Mercan gelek kes hatin binçavkirin. Li navçeya Licê ya Amedê piştî kuştina alîkarê serokê teşkilata AKP’ê ya Licê Orhan Mercan, polîsan bi ser gelek navnîşanan ve girt. Di serdegirtina malan de di nav de ku rojnamger Behçet Bayhan, taksîvan û esnaf jî hene herî kêm 12 kes hatin binçavkirin. Sedemê binçavkirinê nehat zanîn. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Licê. Hat hînbûn ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe. Navên kesên di binçavan de wiha ye: Yaşar Ajde, Behçet Bayhan, Erdal Yildirim, Metîn Karadag, Maşallah Karadag, Sedat Bayram, Turan Bagir, Mahsum Atak, Çekdar Şahîn, Îhsan Çaytaş, Metîn Çaytaş, Tarik Çaytaş. RÊVEBERÊ AKP’Ê HATIBÛ KUŞTIN Alîkarê serokê teşkîlata AKP’ê yê Licê Orhan Mercan duh di saetên şevê de ji aliyê kesek an jî hin kesên nasnameya wan ne diyar ve hatibû kuştin.