Kesê pîsî bi hevsera xwe da xwarin hat binçavkirin 2017-07-01 13:40:35 AGIRÎ – Mehmet Şakîr Şahîn ê li navçeya Panosê pîsî bi hevsera xwe da xwarin, hat binçavkirin. Li navçeya Panosê ya Agiriyê Mehmet Şakir Şahin bi hevsera xwe pîsî da xwarin. Dema pîsî dan xwarin wêne kişand û di medya civakî de parve kir. Li ser berteka zêde bi fermana Serdozgerê Komarê yê Panosê Mehmet Şakir Şahin hat binçavkirin. Şahîn piştî ifadeya wi hat girtin sewqî dozgeriyê hat kirin. Hat hînbûn ku jina rastî tundiyê hat jî ji aliyê midûriyeta Wezareta Polîtikayên Malbatî û Civake ve hat parastin. Bi hezaran bikarînerê medya civakî hastegiya "#AgridaAdaletÎstiyoruz" da destpekirin û di medya de bû TT.