Rûniştina ser derencê jî sûc e 2017-07-01 14:27:24 ENQERE – Dozger rûniştina Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr a ser derenceya DBP'a Amedê sûc qebûl kir û fezleke amade kirin. Dozgerê Komarê yê Amedê der barê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr de bi henceta li ser derencên avahiya DBP'ê ya Amedê rûniştine bi daxwaza “rakirina mafê destnedayînê" fezleke amade kir. Serdozgerê Amedê fezleke amade kir û şand meclisê. Dozger xwest Pîr hinceta “Îhlalkirina Qanûna Civîn û Çalakiyên Meşê ya hejara 2911’an” xwest mafê destnedayînê wî bê rakirin. Di fezlekeye de detayên mijara bû sedama lêpirsînê, bi giştî hatin diyar kirin. Di fezlekeyê de mijar wiha hat vegotin: “Di saet 16:00 a roja 13.10.2016’an de li ber avahiya bajêr, erkdarên ewlekariyê tedbîrên pêwîst kirtin. Di saet 17:00 de komeke nêzî 100 kesan li ser derenceyên li ber avahiya bajêr rûniştin. Parlamentera HDP’a Amedê Feleknas Uca ku di nava komê de cih digirt, hevdîtin pê re hat kirin û jê re biryara qedexekirinê ya hejmara 2016/2132 a di 15.08.2016’an, a Waliyê Amedê, hat ragihandin û li ser vê yekê hat gotin ku ev çalakiya ku dê li dar bixin qanûnaye û ev yek sûçe. Lê di dema heyî de, hat dîtin koma qala wê tê kirin, li ser derenceyên di ketina avahiyê de rûniştin, ne derketin ser rê, bêyî ku pergala çemawerî xirab bikin, dirûşme berz bikin û alavan vekin, rûniştina xwe domandin. Li gel hemû hişyariyan, ji ber girseya heyî ji parlamenter, endam û rêveberên partiyê pêk dihat û li ber avahiya bajêr rûniştîbûn, neketin ser rê, pergala çemawerî xera nekirin, tu dirûşme berz nekirin, alaveke nivîskî venekirin, bi armanca pêşî li bûyaran girtin erkdarên ewlekariyê mudexile nekirin. Koma di saet 17:45’an de dawî li çalakiya xwe anîn û derbasî nava avahiya partiyê bûn.” Pîr di hesaba medyaya civakî de, bersiv da fezlekeyê û wiha got: “Fezleka min a dawî… Êdî ne dema pêkenokê ye, lê dîsan jî em dikarin biken in. Di vê navberê de rayedarên ewlekariyê ji me re gotibû hûn dikarin li ser derencan rûnin. Ger polîs destûrê bide jî, ne be ku hûn li Amedê, li ser derenceyên mal û karên xwe rûn in. Ev ji aliyê serdozger ve qedexeye.”