Îranê ava Çemê Zapê qut kir, herêm tîna qutufî 2017-07-01 15:11:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê ava Çemê Zapê yê Piçûk birî û tê gotin ji sedî 70 ava Bendava Dokanê kêm bûye. Li gorî kite kitan, sedema birîna avê ji ber referandûma dê di 25'ê Îlonê de bê kirin e. Hat destnîşankirin ku rejîma Îranê ava Çemê Zapê ya Piçûk qut kiriye û ji ber avê gelê herêmê bê av ma. Bê aviya li herêmê bandoreke xirab li ser tesîsên masîvaniyê jî kir. Qaymiqamê navçeya Pişder a Silêmaniyê Bekir Bayîz da zanîn ku Îran li aliyê rojhilatê Kurdistanê re li ser ava Zapê yê Piçûk bendavekê çêdike û wiha axivî: "Qebareya vê bendavê 800 milyon metre sêcar av hildigre. Ev yek jî bandoreke neyînî li ser herêma me dike.” Ji sedî 95'ê ava vexwarinê ya navçeya Qeladizê, ji rûbarê Zapê Piçûk tê pêşwazîkirin. Bi qutkirina avê re, li herêma Raperîn û Silêmaniyê qeyraneke mezin xwe daye der. Projeyên çandinî, avdanî û xwedîkirina masiyan jî ziyanê dibînin. Bayîz aşkera kir ku ji ber qutkirina avê, ava bîrên çandiniyê jî daketiye û êdî ji bo çandiniyê ava pêwîst bi dest nakeve. Niha rêjeya ava Dokanê ji sedî 70 kêm bûye. Tê gotin ku ev yek dê bandore xirab li ser ava vexwarinê ya Silêmaniyê jî bike. Hikumeta Îranê li gundê Kolseyê ya bajarê Serdeştê ya rojhilatê Kurdistanê, li ser rûbarê Zapê Piçûk bendavekî ava dike. Ev bendav 20 kîlometreyan nêzîkî sînorê başûrê Kurdistanê ye û li ser 117 metre bilindahiyê hatiye avakirin. Bendava Kolse bi armanca berhemanîna 150 megabayt ceryanê û her wiha komkirina avê ji bo çandiniyê, hatiye avakirin. Bendav 11 sal e tê çêkirin û piştî 2 salên din dê bikeve xizmetê.