Xebatkarên TV10 Komkujiya Sêwasê jibîr nekirin 2017-07-01 17:09:58 STENBOL – Xebatkarên TV10 bi boneya televizyona wan carek din bê vekirin di hefteya 39’emîn de çalakiya xwe domandin û kesên di komkujiya Sêwazê hatin qetilkirin bibîr anîn. Xebatkarên TV10 a bi KHK hat girtin bi daxwaza carek din televizyona wan bê vekirin di hefteya 39'an de li Qada Galatasarayê kom bûn. Bavê Berkîn Elvan ê ku di çalakiyên Geziyê de jiyana xwe ji dest dabû Samî Elvan û rêxistinên elewî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Dengê elewiyan TV10 nayê qûtkirin” û her wiha pankarta wêneyên kesên di komkujiya Sêwazê de jiyana xwe ji dest dan li ser a bi nivîsa “Roniya Sêwazê dê neyê vemirandin, me jibîr nekir û nayê jibîrkirin” û dowîzên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “Dengê elewiyan TV10 nayê bêdengkirin” hatin hildan. Daxuyanî bi rêzgirtina ji bo kesên di Komkujiya Sêwazê de jiyana xwe ji dest dan destpê kir. ‘HÛN JÎ ŞEWITÎN?’ Rêveberê TV10 Huseyîn Kellecî bal kişand ser girtina televizyon û Komkujiya Sêwazê û wiha got: “Yên ku ekranên me reşkirin lê nikarin çavê me ronî bikin. Heke ku ew ekranên me jî reş bikin lê em ê dev ji jiyana biratî û aştiyê bernedin. Ew li Otêla Madimakê hatin şewitandin. Ez ji kujeran dipirsim; dayik, bav û xwişk û birayên we wek yên li Sêwazê şewitîn? Hûn nikarin wan bişewitînin. Di nav wan de hezkirina mirovahî û demokrasiyê heye.”