Cenazeyên bên tespîtkirin wê ji malbatan re neyên ragihandin 2016-12-08 09:11:35 STENBOL - Ji parêzerên Şaxa ÎHD'a Stenbolê Huseyîn Bogatekîn diyar kir ku, malbateke ji Bedlîsê ji bo cenazeyê keça xwe ya di pevçûnên li herêmê de jiyana xwe ji dest daye werbigire bi Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re hevdîtin pêk aniye, lê peywirdarekî dozgeriyê gotiye, ji niha û pê ve ji bo cenazeyên hatine tespîtkirin wê li malbatan neyê gerîn. Parêzerê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Huseyîn Bogatekîn diyar kir ku, malbateke ji Bedlîsê ya ku ji bo cenazeyên xwe wergirin berê serlêdan pêk anîbûn, ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re ragihandine ku cenazeyê xwe wernegirtin û ji wan xwestiye, şopdariya pêvajoya huqûqî bikin. Bogatekîn anî ziman ku, di vê xalê de hem serlêdanên malbatê û hem jî yên wan hene û wiha got:"Malbat îro, di encama hevdîtina rû bi rû ya bi Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re de hîn bû ku cenazeyê keça wan Esmayê hatiye tespîtkirin û dikarin bidin wan. Cenaze wergirtin û ji bo li gor tore û edetên xwe defin bikin, ber bi Tetwana Bedlîsê ve ketin rê." Bogatekîn anî ziman ku, li gel vê dema malbat cenaze wergirtiye û xwestiyê li Tetwanê defin bikin, di rê de Muduriyeta Polîsan a Tetwanê li wan geriyaye û diyar kiriye ku, heke cenaze bê Tetwanê ew ê desteser bikin. Bogatekîn got, malbat li wan geriya ye û diyar kir ku, ji bo ev daxwaza malbatê bi cih bê ew ê bi hestiyarî tevbigerin. JI BO CENAZEYAN ÊDÎ WÊ LI MALBATAN NEYÊ GERÎN Bogatekîn li gel van agahiyan, balê kişand ser xaleke din a girîng. Bogatekîn agahiyeke wisa parve kir:"Peywirdarê li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê got, ji niha û pê ve wê ji bo cenazeyên hatine tespîtkirin li malbata neyê gerîn û divê hemû malbat bi xwe serî li wan bidin û ber vê malbatên ku xwe negihandine cenazeyên zarokên xwe divê teqez werin Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê û dubare serlêdanê bikin."