Dema ji bo mexdûrên şer alîkarî dibir birîndar bû, li girtîgehê terkî mirinê hat kirin 2016-12-08 09:12:17 MÛGLA - Ozal Korkmaz ê dema alîkarî ji gelê Kobaniyê yên ji ber şer mexdûr bûbûn dibir birîndar bû û bêyî tedawiya wî temam bibe hat girtin, niha li girtîgehê terkî mirinê hatiye kirin. Di dawiya sala 2014'an de bi êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Kobaniyê re, şer dijwar bû û gelek kobaniyî ji ber vî şerî jiyana xw eji dest dan û li bajêr bi sedan mal vegugerîn kavilan. Ji bo Kobaniyê ji çar aliyê cîhanê kampanyayê alîkariyê hatibûn destpêkirin û her wiha li Tirkiyeyê jî gelek welatî alîkariyên berhev kirin şandin herêmê. Li herêmê ji welatiyên amûr vediguhastin yek jê jî Ozal Korkmaz bû. Korkmaz di pêvajoya alîkariya ji bo mexdûrên Kobaniyê de, dema betanî, kinc û zexîre dibirin bi bombeyên diteqiyan re ji serê xwe birîndar bû. Tedawiya Korkmazê birîndar ewil li Pirsûsê jat kirin, pişt re ji bo tedawiyê Kormaz sewqî Riha û Wanê hat kirin. Korkmaz herî dawî vegeriya cem malbata xwe ya li Mûglayê. Korkmaz ê li Mûglayê ji ber kêmaniya debara maddî niakribû tedawiya xwe bidomîne, di dema pêvajoya tedawiya xwe yî li Riha, Pirsûs û Wanê de, her çiqas ji aliyê polîsan ve der barê wî de girtename hatibûn nivîsandin jî, bi OHAL'ê re di meha mijdarê de li navçeya Mîlasê hat binçavkirin. Korkmaz ê di 25 mijdarê de jê re hat gotin der barê wî de "biryara girtina xiyabî" heye, hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê. Korkmazê ê ku hîn jî tedawiya wî temam nebûye, niha li girtîgehê bi mirinê re rû bi rû ye. NIKARE PÊDIVIYÊN XWE YÎ JIYANÎ BI TENA SERÊ XWE BI CIH BÎNE Li gor agahiyên ji parêzer û malbata wî hatin wergirtin, Korkmazê ku bi awayekî qismî felç bûye, hêla wî ya çepê bi temamî pasîf bûye. Ji ber felcê nikare bimeşe, bi tena serê xwe nikare rabe ser piya û her wiha nikare pêdiviyên xwe yî miroviyî jî bi cih bîne. Korkmaz ê niakre tu xwarina li girtîgehê tê dayîn bixwe, tenê dikare fêkî û sebze bixwe. Korkmaz ê ku di bin çend betaniyan de jî nikare germ bibe, ji ber perçeyên şerapnelê yên di serê wî de mane tim gêja wî diçe û vedirşe. Korkmaz di demên dawî de nikare ji nav nivînan derkeve û dema hevalên wî, ew lis er sandalyeyekê didin rûniştandin ji ber êşê nikare îdare bike. Her çiqas girtî her tim rewşê ji rêveberiya girtîgehê re radigihînin jî, ji bo rewşa Korkmaz tu guherîn nehatin kirin. Heke neyê tedawîkirin, xeterya jiyanî li pêş Korkmaz e. Têkildarî mijarê de girtîgeha ku peywendî pê re hat danîn got, ew ê der barê rewşa Korkmaz de nikaribin agahiyan bidin. LI HOLÊ DER BARÊ KORKMAZ DE BIRYARA GIRTINÊ TUNE YE Parêzera Korkmaz Gulfem Karadenîz diyar kir ku, biryara girtina giyabî ya der barê Korkmaz de hatiye dayîn, nizanin têkildarî kîjan sûcî ye û got, biryar negihaye rêveberiya girtîgehê jî. Karadenîz got, ji bo tedawiya Korkmaz temam bibe hin serlêdan kirine û wiha got:"Bi hinceta der barê wî de biryareke teqezbûyî heye hatiye girtin. Em tam nizanin em biryara teqezbûyî çi ye jî. Girtîgehê jî got ew li benda biryarê ne. Ev nêzî salekê ye di bin tedawiyê de ye. Nikare xwarinêa xwe bixwe. Divê yek pê bide xwarin. Li qawîşa girtiyên siyasî dimîne. Ew alîkariya wî dikin. Me daxwaz kir ku, wî derxin revîrê û bişînin nexweşxaneyê. Me daxwazname da û diyar kir ku, heke cezayek hebe jî divê bila bi kelepçeya elektronîk cezayê xwe li malê bikêşe." Karadenîz anî ziman ku, girtîgehê ragihandiye heta metna biryara dadgehê neyê, ew nikarin tu daxwaznameyên parêzeran têxin meriyetê û got, ew nizanin wê biryar kengî bê. 'BILA BERDIN AN JÎ CEZAYÊ HEPSA MALÊ BIDIN' Bavê Korkmaz, Mehmet Kokmaz jî diyar kir ku, her diçe rewşa kurê wî xedar dibe û wiha got:"Kurê bin felcî ye. Nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Divê tim yek li cem be. Derûniya wî jî tam nebaş e. Carinan ji nişka ve xwe bi xwe hêrs dibe." Korkmaz anî ziman ku, hinceta girtina kurê wî ji ber alîkarî biriye Kobaniyê ye û wiha got:"Ji bo alîkariyê bibe Kobaniyê çûbû û birîndar bû. dema alîkarî ji gelê mexdûr re dibir, bombe teqiyaye çi bûye, her çi be ji serê xwe birîndar dibe. Di dema pêvajoya tedawiya li Wanê de ez li cem wî bûm. Li wir polîsan îfadeya wî wergirt. Tu girtin filan bêvan çênebû. Piştî salekê filan li Mûglayê hat girtin." Korkmaz herî dawî ji bo kurê xwe banga hestiyariyê kir û wiha got:"Kurê min nexweş e. Bila wî berdin an jî cezayê hepsa malê bidinê. Em dixwazin li wî binerin. Bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Divê her kes bi hestiyarî tevbigere. em bang li rayedaran dikin." Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Ahmet Çîçek diyar kir ku, wan li ser serlêdaneke ku ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê ji wan re hatiye lêkolîn kiriye, li gel girtenameya polîsan jî girtiyê bi navê Ozal Korkmaz nehatiye girtin û piştî sal û nîvekê çawa û bi kîjan mebestê tê girtin, ew heyirîne. Çîçek wiha got:"Divê rayedar rewşa Korkmaz li ebr çavan bigirin û em dixwazin ji bo tedawiyê serbest bê berdan." Çîçek bang li her derdorê kir da ji bo girtiyên nexweş bi hestiyarî tevbigerin û got, ji bo Korkmaz daxilî lîsteya girtiyên nexweş bibe wan daxwazname ji navenda giştî re şandiye. Cîhan Başakçioglu - dîhaber