'Walî destûr neda ku dozger dozê veke' 2017-07-02 09:11:27 STENBOL - Waliyê Stenbolê destûr neda dozger der barê 8 bersûcên bûn sedema kuştina Xwendekara Zanîngehê Şule Îdîl Dere. Tenê ji bo kesekî destûr da dozê veke. Parêzerê Dere Prz. Mehmet Can Sezgin, bertek nîşanî helwesta walî da û diyar kir ku Waliyê Stenbolê xwe dixe xûna dadger û wiha got: "Ev ne karê walî e." Xwendekara pola 3'an a Beşa Îngîlîzî ya Zankoya Îktîsadê ya Zanîngeha Stenbolê Şule İdil Dere, di 12'ê Gulana 2016'an de li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê, ket bin kamyona Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û jiyana xwe ji dest dabû. Piştî buyerê der barê qezayê de lêpirsîn hat vekirin. Di lêpirsînê de ajokarê kamyonê Mumin K. hat binçavkirin û hat berdan. Piştî lêpirsînê rapora kesên pispor hat amadekirin. Li gorî rapora pisporan ajokarê kamyonê, Midûriyeta Xizmetê Deryayê yê ÎBB, 3 wekîlên karsazan, şêfê sehayê, Midûrê berpirsiyarê İSTAÇ A.Ş.’ û Şefê sehayê "Bi qûsûr hatibûn dîtin. Pisporan Şule İdil Dere jî bê qûsûr dîtibûn. Dozger xwest der barê 8 kesên bi qûsûr de lêpirsînê veke. Dozger ji bo personelên İBB'ê dozê veke di 9'ê Sibatê de serî li Waliyê Stenbolê da. Li şûna Walî di nava 45 rojan de bersîv bide di yekemîn salvegera Dere 12'ê gulanê de bersîv da. Walî li şûna der bare 8 kesen bi qusur de doz bê vekirin, tenê destûr da ku de barê amîrê Koordinator Kontrolê Saffet Altindag. Li ser ve yekê parêzere Dere Mehmet Can Sezgin, li Dadgehea Îdari ya Herêmê îtîraz kir û xest 8 kes bên darizandin û cezakirin. Parêzer Sezgin bertek nîşanî helwesta walî da û diyar kir ku walî xwe dixe şûna daraz û dozger û sînorê erka xwe derbas dike. Parêzerê Dere Sezgin, anî ziman ku walî tecawizî erka darazê kiriye û wiha got: "Walî çûye bi kesên bersûc re hevdîtin kiriye û destûra wan xwestiye. Ev li dijî heq û hiqûqê ye. Ev li dijî wîcdanê raya gişti ye. Ki bi qusûr e ? Kî bê qusûr e? ne karê walî ye. Wali bi zanebûn dem dirêj kiriye û ser bûyerê girtiye. Rê li pêşiya dozger girtiye ku peywira xwe bike. " Dayika Îdil Dere Nesrin Aslan (56) jî anî ziman ku heta niha wê bêhiqûqî dît lê ne ew qas. Aslan, anî ziman ku dozger û Waliyê dewletê agahî da wan û belge xwest, lê bi mehan bersîv nedan êş li ser êşê zêde kir. Çima walî weki pisporan tev digere û wan dixapîne. Ma Wali dadger e." Mehmet Şah Oruç / Metin Yoksu - dihaber