Bave girtiyê nexweş: Serokomar berpirsiyar e 2017-07-02 09:11:58 STENBOL - Bavê girtiyê nexweş Îdris Başaran Mehmet Emin Başaran, diyar kir ku roj bi roj rewşa kure wî xerab dibe û Wezîre Dadê û Serokomar berpirsiyare jiyana kurê wî ye. Li Tirkiye zedeyi hezar girtiyên nexweş hene. 370 girtî bi nexweşiya giran in. Yek ji girtiyê nexweş Îdris Başaran e. Tevî nexwiya giran naye berdan. Bajaran pişti li Edene di sala 1994'an de hat binçavkirin û piştî îşkenceya 19 rojan hat girtin. Bajaran ji doza PKK'ê rastî cezayê muebetê hat. Başaran, niha li dijî mirinê têdikoşe. Bajaran heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler, Girtîgeha Tîpa E a Sêrtê, Girtigeha Tipa e ya Mûşê hat girtin. Niha jî sewqî Girtîgeha Tîpa H a Bursaye hatiye kirin. Ji ber li girtîgehê bi nexweşiya bronşît a kronik hetiye zahmetiyên mezin dijî. Gelek nexweşiyên din pêre çêbûne. Di sala 2006'an de xwîn çû mahdê wî û krîza dil derbas kir. Piştre felç derbas kir. Ji ber nexwiya rojiyan li nexweşxaneya Dewletê ya Silifke emeliyat bû. li şûna li nexweşxaneyê bê dermankirin dîsa ew şandin girtîgehê. Başaran, pişti 8 salan li Girtigeha Sîlîfkeyê hat girtin, di sala 2011'an de şandin Kurkçulerê. Li Kurkçulerê 3 rojan di hucreyê de hat girtin û krîza dil derbas kir. Piştre ji ber nexweşiya guatrdan 3 caran eleliyat bû. Di sala 2013’an de anjiyo bû. Bavê Bajaran Mehmet Emin Başaran, anî ziman ku piştî kurê wî şandin Girtîgeha tîpa F a Hêjmar 2 a Kandira, li şûna bibin Saziya Tipa Edli ew nebirin û rapor nedan wî. Bavê Başaran, Mehmet emîn Başaran anî ziman ku rapora berê kurê wî stendibû rêveberiya girtîgehê winda kir û wiha got: "Çawa dibe ku li girtîgehê rapor winda bibe. Bi zanebûn rapor winda kirin. Parêzer ji bo raporê li rêveberiye glî kir. Serî li saziyên navneteweyî da. Lê tu encam negirt. Doktor diyar dikin ku bi tena serê xwe nemîne. Lê dema dibin nexweşxaneye li şûna li nexweşxaneyê be dermankirin disa dişînin girtîgehê. Ger ku tiştek bê serê kurê min wezirê dadê û Serokomar Erdogan berpirsyar e. OHAL li girtîgehan jî pir zêde bûye. Li ser malatên ku diçin ziyareta zaroken xwe lêgerin û zext gelek zêde bûye. Malbatên girtiyan rastî neheqî û gefên gardiyan û rayedarên girtîgehan tên."