Tewsiyeya hosteyan: Bi kişikê bilîzin 2017-07-02 09:13:55 WAN - Li Kuçeya Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê hosteyên ku zêdeyî 30 sal in li şûnwarekî 10 metrekareyî bi kişikê dilîzin, kişikê tewsiyeyî ciwanên ku eywanên okeyan tije dikin kirin. Li Kuçeya Hunerê ya navçeya navendî ya Rêya Hevrişîmê ya Wanê, zêdeyî 30 sal in ku li çaygeheke biçûk kişik tê lîstin. Ev cihwarê 10 metrekareyî li qata jêr a xaneke kar e û tenê miraqdarên kişikê bi vî cihî dizanin. Mudawîmê vî cihwarî bi piranî extiyar in, lê belê bijîşk, mamoste, xwendekar, emekdar û hwd. gelek kesên kişikhez lê rûdinên. Hosteyên kişikê ev tewsiye li ciwanan kirin: "Ji dêvla okeyê bi kişikê bilîzin." Xwediyê cihwar Ahmet Siyahtaş (50) anî ziman ku 30 sal in ku ew bi kişikê dilîze. Siyahtaş, balê kişand ser fêdeyên kişikê û wiha got: "Kes ji bo şer bike an jî pereyan qezenc bike bi kişikê nalîze." ‘HER DIÇE CIWAN JÎ ELEQEYÊ NÎŞANÎ KIŞIKÊ DIDIN' Siyahtaş, da zanîn ku ew carinan tûrnûvayên kişikê jî li dar dixin. Siyahtaş got ku carinan lîstikek 3-4 saetan didome. Siyahtaş, anî ziman ku dema du kes sdilîzin gelek kes jî wan temaşe dikin û her pêngavek heycaneke wê ya cuda heye. Siyahtaş, diyar kir ku wî kişik hînî zarokên xwe jî kiriye. ‘ŞAMPIYON’ HÎN JÎ DILÎZE Yek ji mudawîmên kişikê Abdûrrahman Dûrak (60) ku 30 sal in bi kişikê dilîze, xwe wek "şampiyon" dide nasîn. Dûrak, anî ziman ku kişik lîstika dema herbê ye û tewsiyeyî her kesî kir ku hîn bibin. Dûrak balê kişand ser eywanên okeyê ku tije dibin û wiha got: "Ji dêvla ku ciwan lîstikên wek okey û kaxezan bilîzin, bila bên bi kişikê bilîzin."