Altiok: Veguhestina Bajarvaniya Sûrê ji ya Kadikoyê kambaxtir e 2017-07-02 09:15:18 ENQERE - Parlamentera CHP'ê Zeynep Altiok, ya Sûr ziyart kir, diyar kir ku li hikûmeta AKP'ê Sûrê wekî "Veguhertinek harîka" dide xuyakirin, lê veguhestina bajarvaniyê ya Sûrê ji ya Kadikoyê kambaxtir e. Îktîdara AKP'ê li taxên Ali Paşa û Lalebey xerakirin û talankirin didomîne. Hikûmet, di bin navê "Veguhestina Bajarvaniyê" de welatiyan bi zorê ji malên wan derdixin. Bi zorê malan xera dikin. Parlamentera CHP'ê Zeynep Altiok, piştî Sûr ziyaret kir çavdêriyên xwe parve kirin. Altiok, diyar kir ku îktîdara Tirkiye di bin navê veguhestina bajarvaniyê de polîtîkayên şaş pêş dixe û xerakirin û talankirinê wekî "Veguhestina harîka" nîşan dide. Altiok, anî ziman ku bi veguhestina bajarvaniyê mirov ji çand, war û paşeroja xwe tên qutkirin û nirxên civakî belav dibin û wiha got: "Veguhestina Bajarvaniyê ya li Kadikoyê şaş bû. Lê veguhestina bajarvaniyê ya li Sûrê bêtir xerab û kambax e. Li Sûrê şêniyên navçeyê berê pir êşên giran derbas kirine. Windayinên mezin dane. Niha dîsa ji cih û warên xwe tên koçkirin û rastî koçberiyê tên. Ev êşek mezindir bi xwe re tîne. Ev mirov bêtir xizantir dibin û bêtir jar dibin. Her çend welatiyên li vir dijîn pir xizan in jî naxwazin ji malên xwe derkevin û malên xwe bifiroşin. Malbatên emrê wan li Sûrê derbas bûne hene. Welatiyên malên xan zerar dîtine û xera bûne jî naxwazin malên xwe terk bikin. Dixwazin di nava xerabeyên xwe de bijîn. Di ziyaretê de pîrek 90 salî got 'Ez bi bûkanî ketim vê malê. Min hemû zarokên xwe li vê malê mezin kirin. Ez dixwazin neviyê xwe jî li vê malê bibînim. Li vir jiyan li kolanê ye. Hemû şeniyên taxê û cîran li kolanê bi hevre dijîn.' Lê wekî ku guhestinek pir muhteşem û harîka heye nîşan didin. Ne wisa ye. Welatî ji xerakirinê bêzar in û ne kêfxweş in. " Altiok, anî ziman ku dixwazin li Surê TOKÎ'yan ava bikin û ji bo TOKÎ Sûrê dikin qada rantê û wiha berdewam kir: "Ev ne pêvajoyek nû ye. Ev plan demek dirêj e hatiye destpê kirin û niha dixin meriyetê. Ez bawer nakim ev polîtîkayên veguhestina bajarvaniyê mirovan kêfxweş bike. Em dê ji bo vê yekê di nava hewldanên çareseriyê de bin." Altıok, destnişan kir ku ew dê pevajoyê bişopînin û ji bo parastina Sûrê dê di nava hewldanê de bin.