Cerdevanek hat kuştin 3 jî birîndar bûn 2017-07-02 10:17:32 ŞIRNEX - Li çoltara bajaroka Hîlalê ya Qilebanê şer derket cerdevanek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn. Li çoltara bajaroka Hîlalê ya navçeya Qilabana Şirnexê di saetên şevê de cerdevan derketin dewriyeyê û şer derket. Di şer de cerdevanê bi navê Serhat Benek hat kuştin, cerdevanên wekî Saît Babat, Huseyîn babat û Ferît Kara jî birîndar bûn. Cerdevanên birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, li herêmê operasyona leşkerî hat destpêkirin.