Ozturkê HDP'î: Xerakirina bîrdariya Ehmedê Xanî dijminantiya kurdan e 2017-07-02 12:57:47 AGIRÎ - Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, xerakirina bîrdariya Fîlozofê kurd Ehmedê Xanî şermezar kir û diyar kir ku ev perçeyê pişaftina li dijî kurdan e. Ozturk, anî ziman ku bi plan bîrdarî hatiye rakirin û bi awayekî aşkera dijminantiya kurdan dikin. Di 22'ê Hezîranê de peykerê fîlozofê kurd Ehmedê Xanî hatibû xerakirin. Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, xerakirina bîrdariya Fîlozofê kurd Ehmedê Xanî şermezar kir û diyar kir ku ev perçeyê pişaftina li dijî kurdan e. Ozturk, anî ziman ku maşîneyên şaredariyê bi zanebûn bîrdarî xerakirine û bi fermana qeyûm bîrdarî xerakirine. Ozturk, piştrast kir ku di demên dawî de êrîşên li dijî kurdan bi rêbazên cuda pêş dikevin û wiha got: "Hişmendiya ku goran xera dike û hişmendiya peykerê Ehmedê Xanî xera dikin, heman tişt e. Ev perçeyek polîtîkaya pişaftinê ye. Bi awayekî vekirî dijminantiya kurdan dikin." Li aliyê din Rêxistina HDP'ê ya Bazîdê jî diyar kir ku dê têkildarî mijarê li Dozgeriya Komarê ya Bazîdê glî bikin.