QSD'ê Sûka El Hal ji DAÎŞ'ê rizgar kir 2017-07-02 13:13:30 REQQA - Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), sûka El Hal a Reqayê ji DAIŞ'ê azad kirin. Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 26'an de didome. Şervanên QSD'ê sûka El Hal û avahiyên stratejîk ên li derdorê, ku li rojhilatê bajêr e ji DAIŞ'ê paqij kirin. Li gorî agahiyên herêmê li sûka El Hal û derdora wê, 9 endamên DAIŞ'ê hatine kuştin. Hat zanîn ku ku 2 kes ji wan sekvan in. Cenazeyên endamên DAÎŞ'ê li holê man. Wekî din, piştî şerê li sûkê, roketavêjeke B-7, hawanek ji 80 mm'yî û depoyeke DAÎŞ'ê ku hawan lê çêdikirin, ketin destê şervanan. Li taxên Qadîsiyê û Diriya jî di şer de 13 DAÎŞ hatin kuştin.