HDP: Birîna Sêwasê nayê pêçandin û ji bîrkirin 2017-07-02 13:43:12 NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Sêwasê ya 2'ê Tebaxa 1993'an, diyar kir ku rûreşiya li Sêwasê birînek di hiş û mejiyê wan de vekir ku nayê pêçandin. Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta salvegera komkujiya Sêwasê ya 2'e Tirmehê daxuyaniyek niviskî da. HDP'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Beriya niha bi 24 salan, di 2'ê Tîrmeha 1993'an de, rewşenbîr û hunermendên ji bo Şahiyê Pîr Sûltan Abdal çûn Sêwasê, li pêş çavên mirovan hatin kuştin. Li Otela Madimakê 35 canên me hatin şewitandin." HDP'ê di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku welatiyên Elewî ji ber ku xwedî li nasname û çanda xwe derdikevin her tim dibin hedefa êrîşan û wiha got: "Komkujiya berê li Mereş û Çorûmê hate kirin, li Sêwasê hate dubarekirin. Tevî ku salên dûr û dirêj di ser re derbas bûne, birîn hê nehatine pêçandin. Hêj berpirsiyar nehatine cezakirin. Zîhniyeta ku Komkujiya Sêwasê kir û zîhniyeta ku îro li ser desthilatdariyê ye gelekî dişibin hev. Parêzerê kiryarên wê komkujiyê îro Wezîr in, parlamenter in. Vê rûreşiyê birînek di hiş û mejiyê me de vekir ku nayê pêçandin." Di dawiya daxuyaniyê de qurbaniyên komkujiyên Sêwas û Çorûmê bi rêzdarî hatin bîranîn. HDP'ê ji bo hesab ji kujeran bê pirsîn, xwest hêzên demokratîk, azadîparêz, aştî, wekhevî û edaletê yekîtiya xwe xurt bikin.