Piştî kuştina Ahî yê AKP'î, 16 kes hatin binçavkirin 2017-07-02 14:21:33 WAN - Li navçeya Qelqeliyê Wanê piştî Cîgirê Serokê AKP'ê yê Qelqeliyê Aydın Ahî hat kuştin, 16 kes hatin binçavkirin. Cîgirê Serokê AKP'ê yê Qelqeliyê Aydin Ahî şevê din di êrîşek çekdarî de hat kuştin. Cîgirê Serokê AKP'ê yê Wanê Aydın Ahî şevê din li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat. Ahî ku bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê polîsên timên taybet di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt. Polisan di serdegirtina malan de 16 kes binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Qelqeliyê. Wezirê Karên Hundir Suleyman Soylu jî hat Wanê û tev li merasima cenazeyê Aydin Ahî bû.