Egîtîm Senê ji qirkirina çand û dîrokê re got 'raweste' 2017-07-02 14:38:53 AMED - Egîtim Sena Amedê destnîşan kir ku di tu dema dîrokê de rûxandineke wekî ya Sûrê nehatiye dîtin û got ku: "Em ji qirkirina çandê ê û dîrokê re dibêjin raweste." Şaxên 1, 2 û 3 yên Egîtim Sena Amedê ji bo balê bikişînin ser rûxandina taxên Lalebey û Alîpaşayê yên navçeya Sûra Amedê, li Şaxa Hejmar 1 civîna çapemeniyê pêk anîn. Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê Abbas Şahî metna hevpar xwend û aşkera kir ku Sûr muzeyeyeke servekirî ya dîroka wê 10 hezar sal e, îro tê talankirin. Şahî da zanîn ku di tu serdemê de rûxandineke wiha nehatiye dîtin û ev tişt got: "Ji ber pevçûnan bajarê dîrokî bi tevahî hatiye rûxandin. Çanda heremê, dîrok û kevneşopiya bi dehan şaristaniyan ji holê tê rakirin." Şahî diyar kir ku kesên gundên wan hatibûn valakirin, li vir diman, lê ji ber pevçûnên dawî ev ji bo sermayedaran bûye derfetek û di bin navê "veguherandina bajêr" de dîroka bajê ji bo rantê tê bikartînin. Şahî piştrast kir ku bi hezaran mamoste û xwendekarên li navçeyê hatine mexdûrkirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Em vê pirsê li xwe dikin, hişmendiya dîrokê bi zanebûn tê tunekirin? Tê xwestin ku nivşên paşerojê ji vê dîrok û çandê bê par bimînin? Em wekî Egîtîm Sen, ji vê qirkirina çandê re dibêjin raweste."