Welatiyên Sîlopî: Em warê xwe terk nakin û naçin 2017-07-03 09:15:41 ŞÊRNEX – Welatiyên Sîlopiya yên Lijneya Wezîran der barê wan de biryara xerakirinê derxist û Dadgeha Şewira Dewletê biryar parast bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Welatiyan diyar kirin ku dixwazin wan perçe bikin û bikin biyaniyên hev. Welatiyan destnîşan kirin ku ew warên xwe tek nakin. Lijneya Wezîran, bêyî lêkolîn bike û rapor bigire der barê 7 hezar û 618 malên Sîlopiya de biryara xerakirinê dabû. Ji bo 9 taxên li navçeya Sîlopya biryara xerakirinê dabûn. Malbatên li van taxan dijîn jî bi riya parêzer serî li 14’emîn Daîreya Şewira dewletê dabû û xwestibûn biryar bê rawestandin. Lê Daîreya Şewira Dewletê serlêdana malbatan red kir. Lijneya Wezîran der barê taxên Barbaros, Başak, Cudi, Karşıyaka, Şehit Harun Boy, Nuh, Yenişehir û Yeşiltepe yên Sîlopiya de "Qadên bi Rîsk" îlan kiribû û biryara xerakirinê dabû. Lijneya Weziran li gorî xala 2'emîn a Der Barê Qadên di Bin Rîska Afetê de xwest bên xerakirin. Li ser vê yekê ji malbatan Ahmet Ediz, Yusuf Deniz û Musa Çetin biryar îtiraz kiribûn û bi riya parêzer Hulya Yildirim û Nuray Ozdogan ji bo biryara Lijneya Wezîran bê rawestandin serî li 14’'emîn Daîreya Şewira Dewletê da. Şewira Dewletê jî biryar red kir. Welatiyên xaniyên wan bên xerakirin bertek nîşanî biryara dadgehê û lijneya wezîran dan û diyar kirin ku dixwazin wan di TOKÎ'yan de bi cih bikin tora wan a civakê xera bikin. Welatiyan anîn ziman ku ew dê malê xwe terk nekin û naxazin bibin biyaniyên hev. Welatiyê Sîlopya Azad Dolcek, anî ziman ku wî di dorpêç û qedexeya derketina derve de di aliyê maddî û manevî de gelek zor û zahmeti dît û wiha got: "Ger ku xaniyê min bê xerakirin û min ji vir derxin ez nikarim bijîm. Dewlet dixwaze me bê cih û war bihelê û têxe bin deynan. Dixwaze xaniyê me xera bike û me mohtacî TOKÎ'yan bike. Dixwazin mirovan ji jiyanê sar bikin. Dixwazin bi zilm û zordariyê mirovan koçer bikin û bikin penaber. Dixwazin me di TOKî de bi cih bikin û tora civakê bişkînin û me bikin biyaniyên hev." DÊ MIROVAN BIKIN BIYANIYÊN HEV Harun Oter, jî anî ziman ku mirovan bi ked û zahmetiyên mezin xaniyên xwe ava kirine û li vir çîrok û diroka wan veşariye. Oter, anî ziman ku dixwazin mirovan ji hev perçe bikin û wan bikin biyaniyên hev. Oter, anî ziman ku çanda jiyanê li tax û kolanan bi texe dibe û ew dixwazin vê çandê xera bikin û wan mahkûmî TOKÎ yan bikin û wiha got: "Ger ku em biçin TOKÎ yan dê çand û kevneşopiyên me winda bibin. Em ne TOKI'yan dixwazin ne jî dixwazin xaniyên me û taxên me bê xerakirin." Welatiyê Silopiya Îbrahim Bağdug jî bertek nîşanî biryarê da û anî ziman ku ew mala xwe û taxa xwe terk nake û wiha got: "Em naxwazin xaniyên me bên xerakirin. "Min xaniyê xwe di sala 2000'an de bi destê xwe ava kir. Ez xaniyê xwe berdim ez dê biçim ku. Em destûr nadin xaniyê me xera bikin. Em ji vir bi tu deran de koç nakin û naçin."