Muzeya Xirabreşkê 15 mehin derî li ziyaretan girtiye 2017-07-03 09:16:23 RIHA – Navenda çand, dîrok û baweriyê Girê Xerabreşkê ku heta 11 hezar û 500 sal temenê wê heye, bi sedema yekîneyê kolandinê û firmaya barkirine endamên "FETO" ne 15 mehin deriyê wê li ziyaretan hatiye girtin. Navenda Bawerî, çand û dîrokê Girê Xerabreşkê (Gobeklitepe) ku 22 kilometre dûrî Rihayê ye, ji ber yekîneyên kolandinê û fîrmaya barkirinê endamên Rêxistina Fethullah Gulen e, deriyê wê li ziyaretan hatiye girtin. navenda Girê Xerabreşkê ku heta 11 hezar û 500 sal dîroka wê heye, ji Nîsana 2016'an heta niha deriyê wê ji ziyaretan re hatiye girtin. Bi hinceta xebatên sergirtinê heye hatiye girtin. Li gorî projeyê diviya bû di kanûna 2016'a de îhale biqediya û warê dîrokî ji ziyaretan re bihata vekirin. Lê tevî 7 meh di serde derbas bû hêj deriyê wê nehatiye vekirin. Pişti Midurê Muzeya Rihayê ye berê û Serokê kolandinê Muslum Ercan, di çarçoveya lêpirsîna ‘FETO’ de ji peywire hat girtin. Pişti vê yekê Fîrmaya sergirtina navenda baweriyê ket îhaleyê. Piştî xwediyê vê fîrmayê jî ji doza Cemaeta Gulen hat girtin, xebat hatin rawestandin û deriyê navenda muzeyê ji ziyaretan re hat girtin. Ji ber ku Gire Xerabreşkê yê dîrokî deriye wê li turîstan û ziyaretan hatiye girtin, turîstên biyanî û niştecîhî ji ber vê yekê bêzar in. Serokê Komeleya Pêşxistina Turîzma Rihaye Rahime Yaşar, diyar kir ku di 3 salên dawî de ji ber şerê li herêmê û rageşiya li ser sinor turizm ketiye bin bandorek mezin. Yaşar, ani ziman ku yek ji navenden turîzmê Gire Gerabreşkê ye û ev navend jî deriye wê ji ziyaretan re hatiye girtin. Yaşar, anî ziman ku diviya bû 7 meh bere xebatên wê temam bûbûya û deriyê wê ji turîzmê re bihata vekirin, hêj nehatiy vekirin. Yaşar xwest ev navend ji turizme re bê vekirin.