'Min bihist' sedema girtinê ye 2017-07-03 09:16:48 WAN - Dozgerê Komarê yê Çewlikê îdîanameya 4 kesên li Gunde Simsor ê Çewlkê hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê amade kir û da Dadgeha Cezayên Giran a Çewlikê. Dozger gotina şahidê nepen "Kara" a 'Min bihist' wekî delîl qebûl kir. Dozger rengê kesk, sor û zer ê li malê hat ditin jî wekî delîla sûc pênase kir. Li gundê Simsor ê Çewlikê di 3'ê Nîsanê de leşkeran bi ser malan de girt û Huseyin Morkoyun, Emrah Morkoyun, Vedat Morkoyun û Omer Koç bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê ye binçavkirin. Pişti binçavkirinê sewqi dadgehê hatin kirin û hatin girtin. 4 kesen hatin girtin ew şandin Girtigeha tîpa T a Wanê. Dozgerê Komarê yê Çewlikê îdîanameya 4 kesan amade kir û da Dadgeha Cezayên Giran a Çewlikê. Dadgehê îdîaname qebûl kir. Dozger gotina şahidê nepen "Kara" a 'Min bihist' wekî delîl qebûl kir. Dozger rengê kesk, sor û zer ê li malê hat ditin jî wekî delîla sûc pênase kir. Dozger gotina şahidê nepen a "min bihist" wekî delîla şênber qebûl kir û kir sedema girtinê. Lê balkeş e şahid "kara" ji bo 10 kesên din jî got "Min bihist" lê ew kes ji heman dosyayê serset tên darizandin. şahidê nepen "Kara" li ser Omer Koç ev îfade dan: "Min bihist ku Omer Koç 4 endamên rexistnê anin daweta Vedat Morkoyun. Min bihîst ku Huseyin Morkoyun û H.M, S.M û A.Y diçin zozanan û erzaq dibin ji endamên rêxistinê re. Min bihist ku S.M, kurê xwe E.M ji bo piştgiriya rêxistnê şandiye Kobanê." Dozger dîsa rengê kesk, sor û zer ê di serdegirtina malan de dit wekî delîlê endamtiya rêxistinê pênase kir. Vedat Morkoyun, bertek nîşanî îdianameyê da û diyar kir ku tu delilên şênber û teqez tune û wiha got: "Tu tişt tune. Bi mehan em neheq girtî ne. Tenê ji ber gotina şahide nepen a "Min bihîst" 3 mehin em girtî ne. Çawa dibe bihistiye û nedîtiye. Wêneyê min di sala 2014'an de li Newroza Amedê kişandiye wekî delîl tine pêşberî min. Bi van polîtîkayan dixwazin gelê kurd komkujiya siyasî dimeşînin. Ji ber van sûcdariyên bê kok û bê reh bi hezaran ciwanên kurd îro girtî ne." Huseyin Morkoyun jî bertek nişanî îdîanameye da û anî ziman ku ji ber rengê saeta wî ya malê, poşî û cilên wî yên li male yên kesk sor û ser wekî delîlê sûc hatiye nişandan û wiha got: "Çawa dibe ku ev reng ben qedexekrin. Bila her kes zanibe ez ji ber reng3e kesk, sorû zer wekî endamê rexistne hatim tawanbarkirin." Selman Keleş - dihaber