Wênesaz Hesen: Ez ê Guernîca Sûriyê Reqqayê xêz bikim 2017-07-03 11:57:24 REQQA – Wênesazê ji Reqqayê Mihemed Hesen ê ku ji dîlgirtina DIŞA’ê rizgar bû wiha got: “DAIŞ li xwîna mirovan dimije û wek nexweşîna şewbê ye. Heke ku ez şêweyek çêbikim ez ê navê wê bikim veba. Çawa ku Pîcasso şerê li Îspanyayê navê Guernîca li tabloyê kir, ez ê jî bi tabloyek wisa Reqqayê vebêjim. Guernîca Sûriyê jî Reqqa ye.” Li Reqqayê operasyona “Cenga Mezin” di roja 27’emîn de dewam dike û şervanên QSD’ê derbê giran li DAIŞ’ê dide. Şervanên QSD’ê li pey hev gelek cihan ji destê DAIŞ’ê rizgar dike û bi sedan Reqqayî rizgar dike. Piştî 5 salan di nav kesên hatin rizgakirin de wênesaz ê 31 salî Mihemed Hesen jî heye û ew ji Reqqayê ye. Hesen ji dîhaberê re axivî û di destpê de wiha got: “Çawa ku Pîcasso şerê li Îspanyayê navê Guernîca li tabloyê kir, ez ê jî bi tabloyek wisa Reqqayê vebêjim.” Li hin kargehên li taxa Sebehiyê ya Reqqayê li dîwaran hin tablo balê dikişînin ser xwe. Hin wêne ji tozê xuyanî nakin û li ser hin wêneyan jî sembolên DAIŞ’ê hatin xêzkirin. Piştî bi rojan şûn ve em hîn bûn ku kesê van wêneyan çêkiriye wênesaz Mihemed Hesen e. Hesen di navbera gundê Hewil Hewa taxa Sebehiyê de li heremekî dimîne. Gelek şêniyên taxa Sebehiyê Hesen nas dikin. Ji ber ku Hesen wêneyên gelek şêniyan xêz kiriye. Em bi rojan li Hesen geriyan û her dawî dema wî şivaniyê dikir em rastî wî hatin. Hesen bi cil û bergên xwe yên ereban bi gopalê xwe derket pêşberî me. JI PEYKERIYÊ BER BI WÊNEYAN VE Hesen me bir cihekî bi ewle û nav wêneyên çêkiriye û li vir behsa serpêhatiya xwe kir. Hesen destnîşan kir ku di 9 saliya xwe de dest bi xêzkirina wêneyan kiriye û di asta profesyoneli de di 16 saliya xwe de piştî mezuniyeta lêseyê çêkiriye. Hesen da zanîn ku wî ewil li Beyrûtê peykertraşiyê kiriye û piştî vegeriyaye Sûriyê carek din wêneyan xêz kiriye û ewil wêneyên dekoratîf û pişt re jî wêneyên portreyî xêz kiriye. WÊNEXÊZKIRIN HERAM E! Hesen diyar kir ku piştî şerê li Sûriyê rû da piştî demek kurt DAIŞ’ê jî gelek dever dagir kir û wiha got: “Piştî dagirkirinê şûn ve gelek gef li min hatin xwarin. DAIŞ’ê xêzkirina wêneyan li min qedexe kir. Angaşt kirin ku xêzkirina wêneyan heram e. Ji ber xêzkirina wêneyan min di nav mirovan de teşhîr kirin. Piştî gefên mirinê li min xwarin min ji destê wan firar kir û xwe rizgar kir. Min xwe veşart. Ez diçûm cihê ku ew min nebîn in.” ŞIVANÎ Û DÎSA WÊNE Hesen da zanîn ku piştî ew ji destê DAIŞ’ê rizgar bû dest bi şivaniyê kiriye û wiha domand: “Dema ez amûran dibînim wêneyan xêz dikim. Hemû wêneyan diveşêrim. Ji bo ez pîşe û hunera xwe jibîr nekim carna min li ser erdê jî wêneyan xêz dikir. Dema şivaniyê jî ez û mîhên xwe bi tenê bûn. Kes li derdora me tune bû.” DAIŞ: WÊNEYEK NEXWEŞÎN E Hesen destnîşan kir ku ew wek gelê Sûriyê ji destê DAIŞ’ê gelek zilm û zordariyê dîtine û wiha pê de çû: “Heke ku tabloyekî çêbikim ez ê navê veba lêbikim. Vê nexweşînê xwe li ciwanê me pêça. Heke ku em rastiyê bêjin dermankirina vê nexweşînê zehmet e. Heke ku ez tiştekî di derbarê wan de xêz bikim, dê tabloyekî ku xwîna hemû mirovahiyê hatiye vexwarin derkeve holê. Ez ê bi xêzkirina wêneyan vê hovîtî û rojên tarî vebêjim.” GUERNÎCA SÛRİYÊ: REQQA Hesen aşkere kir ku ew di bin bandora wênesaz Pablo Pîcasso de maye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Çawa ku Pîcasso şerê li Îspanyayê navê Guernîca li tabloyê kir, ez ê jî bi tabloyek wisa Reqqayê vebêjim. Guernîca Sûriyê jî dê bibe Reqqa. Çunkî li vî bajarî jin bi awayekî zindî rêkirin tarîtiyê. Zarok hatin jehrîkirin. Ya herî girîng jî ew e ku jinan çi jiyan kiriye. Zilma herî dijwar derbas kirin. Pişt re çawa li hember van hovan şer dikin û bajarê xwe rizgar dikin. Ez bi firçeyan van xêz bikim û vebêjim. Ji ber DAIŞ’ê ev 3 sal e min navenda bajêr nedîtiye. Min nasnameya wan jî hilneda. Em niha rizgar dibin û vedigerin jiyanê.” Nazim Daştan - dîhaber