ÎRA rapora Hezîranê aşkere kir: 10 rojnameger hatin cezakirin 2017-07-03 13:11:41 AMED - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora Heziranê ya binpêkirina mafêr rojanemegran aşkere kir. Li gorî raporê di Hezîranê de 5 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin. Der barê 24 rojnamegeran de doz hat vekirin. 10 rojnameger hatin cezakirin. Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi civîna çapemeniyê rapora Heziranê ya binpêkirina mafêr rojanemegran aşkere kir. Di civînê de xebatkarên çapemeniyê amade bûn. Rojnamegeran bi kurdî, tirkî û îngîlî dowîzên "Ji Rojnamegeran re Azadî" û "Rojnamegerî Ne Sûc e" rakirin. Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan, axivî û diyar kir ku li Tirkiye li dijî rojnamegeran binpêkirina mafan gelek zêde bûye. Baltan, anî ziman ku meh bi meh binpêkirina mafan zêde dibe û ev yek bi keyfî pêş dikeve. Piştî Boltan Rojnameger Aysel Işik rapor xwend. Işik, diyar kir ku di Hezîranê de 5 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin. Der barê 24 rojnamegeran de doz hat vekirin û 10 rojnameger hatin cezakirin. Işik wiha got: "Di Hezîranê de 5 rojnameger hatin binçavkirin. 4 rojnameger hatin girtin. Der barê 24 rojnamegeran de doz hat vekirin. 10 rojnameger rastî ceza hatin. Ji van rojnamegeran 9 jê rastî 33 sal û 9 meh û 37 roj cezayê girtîgehê hatin. Rojnamegerek jî rastî 300 roj cezayê karê cemaweriyê hat. 2 rojnameger rastî êrîşê hat. Dozê 84 rojnamegeran hatin dîtin û hatin darizandin. 20 rojnameger ji kar hatin dûrxistin. Rojnamegerek hat dersînorkirin. 3 malperên înternetê yên nûçeyan 8 caran ji aliyê BTK'ê ve hatin astengkirin. Gelek malperên înternetê ji aliyê MEB'ê ve hatin sansurkirin. Li dervê Tirkiye jî 3 rojnameger hatin kuştin. 2 Rojnameger birindar bûn. Nûnerê Sendikaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) Mahmut Oral jî zextên li ser rojnamegeran şermezar kir û gt: "Li Tirkiye êdî rojnamagerî bûye karê herî zahmet."