Li Elbakê teqîn: Herî kêm leşkerek birîndar bû 2017-07-03 14:15:34 WAN - Li herêma Guzeldere û Qereqola Bableşînê ya Elbakê, teqîn pêk hat û herî kêm leşkerek birîndar bû. Li herêma Guzeldere û Qereqola Cendirmeyan a Bebleşînê ya navçeya Elbakê ya Wanê teqîn pêk hat. Hat gotin maşîna zirxî zerar dîtiye. Li gorî agahiyan herî kêm leşkerek birîndar bûye. Piştî teqînê maşîneya zirxî bi roketan hat gulebarankirin û piştre demek kurt pevçûn derket. Ji ber teqînê rêya di navbera Guzeldere û Elbakê de ji trafîkê re hat girtin, li herêmê bi dehan maşîne rêz bûn. Dîsa gelek maşîneyên zirxî sewqî herêmê hatin kirin û operasyona leşkerî hat destpêkirin.