Yalavuz li nexweşxaneyê binçavkirin 2017-07-03 14:31:43 AMED - Leşkeran Mesut Yalavuz ê ew di 19'ê Hezîranê de li Lice birîndar kir û 14 rojin li Nexweşxaneyê dihat dermankirin, hêj dermankirina wî neqediya li nexweşxaneyê binçavkirin. Leşkeran di 19'ê Hezîranê de li gundê Beşişte Mesut Yalavuz birîndar kirin û piştre binçavkirin. Piştî demekê berdan û Yalavuz rakirin nexweşxaneyê. Mesut Yalavuz, hêj li Nexweşxaneya Tipê ya Zaningeha Dicle dihat dermankirin, leşkeran ew li nexweşxaneyê binçavkirin. Yalavuz ê ji zikê xwe ve berîndar bû û fatreşka wî zerar dît, hêj dermankirina wî neqediya ew li nexweşxaneyê binçavkirin. Leşker piştî nîvro bi ser nexweşxaneyêde girtin û Yalavuz li nexweşxaneyê binçavkirin. Nehat zanin ku Yalavuz birin ku û malbat ket nava fikaran. Birayê Mesut Yalavuz Osman Yalavuz jî piştî serbest hat berdan cara duyemîn hat binçavkirin û 8 rojin li Fermandariya Cendirmeyan a Lîcê tê girtin. Parêzerê Yalavuz diyar kir ku rewşa muwekilê wî nebaş bû.