Velî Saçilik: Em dê her dem li vir têbikoşin 2017-07-03 15:36:44 ENQERE - Çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça ya greva birçîbûnê di roja 117’an de didome. Koma ku piştirî da Gulmen û Ozakça rastî êrîşa polîsan hat. Velî Saçilik, helwesta polîsan şermezar kir û got: "Em dê li diji helwesta keyfi li vir di ber xwe bidim. Çalakiya greva birçîbunê ya Akademisyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semîh Ozakça di roja 117’an de didome. Çalakiya piştgiriyê ya li Kolana Yukselê jî tevî hemû êrîşên polîsan bê navber berdewam dike. Kedkarên bi KHK'ê hatin îxrackirin ji bo piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça 237 rojin li Kolana Yukselê çalakî pek tinin. Koma ku Velî Saçilik jî di navde dîsa li Kolana Yukselê kom bûn û dîsa polîsan êrîşî wan kir. Komê xwest li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniyê bide. Polîsan jî bi hinceta daxuyanî li dijî zagonan e destûr neda û mudaxaleyî Velî Saçilik kir. Veli Saçilik ê rastî êrişa polîsan hat bertek nîşanî polîsan da û got: "Em dê li diji helwesta keyfi li vir di ber xwe bidim. Ew dibêjin mudaxale, lê navê rastîn êrîş e. Her ew êrîş bikin em dê di ber xwe bidin."