Endamên DAIŞ'e yên li Hatayê hatin girtin li ku ne? 2017-07-04 09:17:24 HATAY - Endamên DAIŞ'ê yên li ser sînorê Altinozu û Yalyadagi yên Hatayê re derbasî Tirkiyeyê bûn, tê îdiakirin ku dê êrîşên bombeyî pêk bînin. Kesekî ku berê bazirganiya sînor dikir, aşkera kir ku endamên rêxistinê bi rêk û pêk di sînor re tên derbaskirin û piştrast kir ku beyî xebera çawîşên pispor û fermandarên qereqolê, çivîk jî li ser sînor re nafire. Waliyê Hatayê û Miduryeta Polîsan a Hatayê bi daxuyaniyên wekî "Bombeyên zindî yên dixwestin çalakiyê pêk bînin" hatin girtin, nê hêj der barê van kesan de tu agahî nehatiye dayîn. Herî dawî di 23'yê Hezîranê de hatibû gotin ku 5 bombeyên zindî hatine girtin, ji van 2 kes tirk, 3 jî ereb bûn. Her çendî bê gotin ku ev di amadekariya çalakiyê de bûn jî der barê nasnameyên wan de tu agahî tune, ev jî bû sedema fikaran. Ev kes li ku dera Hatayê hatin girtin, agahî nehatin dayîn. KESÊN LI OTOGARÊ HATIN GIRTIN LI KU NE? Hatibû îdiakirin ku di 23'yê Hezîranê de 6 kesên li Otogara Hatayê dixwestin biçin bajarekî din hatin girtin, der barê ve bûyerê de ne walî û ne jî miduryeta polîsan tu daxuyanî neda. Kesên li otogarê dixebitin, diyar kirin ku ji bo ew neaxivin, gef li wan hatiye xwarin. Xebatkarekê nexwest navê xwe bêje, da zanîn ku kesên hatine girtin, bi lez û bez birine navenda polîsan û piştre bi maşîneya zirxî li herêmê birine. Xebatkar piştrast kir ku ew roj polîsên tevgera taybet, polîsên TEM'ê û pisporên bombeyan hatine otogarê û tevahiya li otogarê lêgerîn hatiye kirin. DIBIN WERGEHÊN PAŞVEŞANDINÊ Navenda paşveşandinê ya di bin ewlehiya îdareya koçberiyê ya Hatayê de ye, vê peywirê dibîne, tê îdiakirin ku di nava 2 hefteyan de kesên hatine girtin birine navendê. Hat gotin ku piştî van endamên rêxistinê dibin vir, demekî şûn de wan dişînin welatên Ewropa, Îngiltere û DYA'yê. Ji xwe berê îdiayên wekî "Endamên DAIŞ'ê li navendê ne" cih girtibûn. Bi tevgera li ser sînor re, endamên komên radîkal jî derbasî Tirkiyeyê dibin, ev kes herî zêde bi rayedarên deweltê re dikevin têkiliyê û derbasî derveyê welat tên kirin. Kesekî nexwest navê xwe bêje, da zanîn ku di demên dawî de gelek kes sînor derbas dikin û diyar kir ku ev kesên tên Tirkiyeyê, dane zanîn ku ew bi navnedên polîsan re di nava têkiliyê de ne. 'ÇAWÛŞÊN PISPOR Û FERMANDAR SERKÊŞIYÊ DIKIN' Kesekî destnîşan kir ku wî berê bazirganiya mirovan dikir, niha dest ji vî karî berdaye, piştrast kir ku ev endamên rêxistinê derbasî Tirkiyeyê dibin, aşkera kirine ku ew bi agahiya emyet û cendirmeyan tên Tîrkiyeyê. Bazirganê mijara gotinê piştrast kir ku ev kesên wekî "bombeyên zindî hatin girtin" dema di televziyonan de dibîne, hemûyan nas dike, lê ev kes bi agahiya cendirme û polîsan derbas dibin. Erdogan Alayumat - dîhaber