‘MEB nifşên girêdayî bîrdoziya îktîdarê digihîne' 2017-07-04 09:19:49 EDENE - MEB'ê li her dibistanê mecbûriyeta vekirina mescîdê ferz kir. Teroriya tekamûlê ji mufredatê derxist û biryara vekirina Lîseyên Îmam Xetîbê yê nû dan. Ev bû cihê bertekan. Seroka Şaxa Egîtîm-Sen'a Edeneyê Seçîl Sonmez bal kişand ser perwerdehiya îktîdarê. Serokê PSAK'ê Şukru Şahîn jî nêzîkatiya dewletê ya cudahiya navbera olan şermezar kir. Piştî ku MEB'ê li her dibistanê mecbûriyeta vekirina mescîdê ferz kir, teroriya tekamûlê ji mufredatê derxist û biryara vekirina Lîseyên Îmam Xetîbê yê nû dan, li gelek derdoran bû cihê bertekan. Seroka Şaxa Egîtîm-Sen'a Edeneyê Seçîl Sonmez balê kişand ser perwerdehiya bîrdozî ya girêdayî îktîdarê û Serokê PSAK'ê Şukru Şahîn jî nêzîkatiya dewletê ya cudahiya navbera olan şermezar kir. İKTİDAR KENDİ İDEOLOJİSİNE BAĞLI NESİLLER PEŞİNDE Seroka Şaxa Egîtîm-Sen'a Edeneyê Seçîl Sonmez anî ziman ku AKP ji bo nifşeşkî girêdayî bîrdoziya xwe bighîne berê xwe daye perwerdehiyê. Sonmez, got ku ev yek di rêziknameyên hatine derxistin û para budçeyê ya hatiye veqetandin de diyar dibe û wiha axivî: "Perwerdehiya zanistiyî û laîk dide terikandin û hewl dide ku civakên bîadkar bigihîne." Sonmez, diyar kir ku bi rêziknameya nû re li her taxê rê li ber vekirina Lîseyên Îmam Xetîbê hatiye vekirin û wiha got: "Gelê me yê xizan ji mecbûrî dê zarokên xwe bişîne van dibistanan. Dewlet dibêje 'heke hûn zarokên xwe bişînin dibistanên min dê bibin mele. Lê heke hûn bişînin dibistanên taybet dê perwerdehiya xwe ya lîk, zanistiyî bidomînin.' Li vir mirovan ber bi perwerdehiya bi pereyî hêl dike û berpirsiyariya xwe bi cih nayîne." 'DEWLET NIKARE DI NAVBERA OLAN DE TERCÎHÊ BIKE' Serokê Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê (PSAK) Şukru Şahîn jî, dest nîşan kir ku ji mufredatê derxistina teoriya tekamûlê û li dibistanan mecbûriyeta çêkirina mescîdan, mebest ew e ku nîfşeke oldar bê gihandin. Şahîn nêzîkatiya dewletê ya cudahiya navbera olan şermezar kir û wiha domand: "Li vî welatî olê dewletê tune ye. Ji ber vê dewlet nikare di navbera olan de tercîhê bike. Ev bi rêgeza laîkbûnê hatiye mîsogerkirin. Beriyar referandûmê parlementerekî AKP'î gotibû 'Divê laîkbûn bê nîqaşkirin. Heke bivê divê bê rakirin.' Dema dîtin bertek zêde ne ser vê nîqaşê girtin."