Kovara Kadin Emegî: Em dîroka xwe binivîsin 2017-07-04 09:20:17 KOCAELÎ - Kovara Kadin Emegî ku bi awayekî kolektîf tê weşandin, wargeha hemû jina ye. Endama Kolektîfa Kadin Emegî Ozge Kamîloglû bang li hemû jinan kir û wiha got:“Em dîroka mêran bavêjin kêlekekê û ya xwe binivîsin." Kovara Kadin Emegî ku 3 mehan carekê bi awayekî kolektîf ji aliyê Kolektîfa Kadin Emegî ya Kocaleliyê tê derxistin, jinê bi zimanê wê vedibêje. Rûpelên kovarê ji bo hemû jinan vekirî ne. Endama Kolektîfa Kadin Emegiyê Ozge Kamîloglû, behsa kovarê kir. Kamîloglû, dest nîşan kir ku di hemû mijaran de gotineke jinan ku bibêjin û binivîsin heye û wiha got: "Wek jinan em di hemû qadên jiyanê de wek a dera han tên dîtin. Her tim tê xwestin ku em di bin îktîdara mêr de bin. Helbet em vê rewşê red dikin. Ji bo çi kovareke me tune be? Ji bo çi kovareke bi temamî li ser afirandinên me dernekeve. Bi vî awayî em tevgeriyan. Zimanê bertekî, zimanê nêrza yê ku çapemenî bi kar tîne zaf derdikeve pêş. Ji bo em vê rewşê biguherînin me ev kovar derxist û me kovareke ku bi zimanê jinê tê nivîsandin berpêşî derdora xwe kir. Çimkî her nûçeyeke ku bi nêrîna jinê bê nivîsandin zaf cuda ye. Em dixwazin vê yekê adapteyî civakê bikin." ‘ME XWEST HER DERDOR XWE BI PÊNÛSA XWE ÎFADE BIKE' Kamîloglû, anî ziman ku ew dixwazin ku ev kovar piştevaniya hemû jinan bike û ji ber wan ji bo jinên ku xwendin û nivîsandina wan tune ne atolyeya xwendin û nivîsandinê vekiriye. Kamîloglû der barê naveroka kovarê de jî ev agahî dan: "Me quncikek ji bo jinên zanîngehê veqetand û em pirsgirêkên wan di vê quncikê de vedibêjin. Her wiha me beşek jî ji bo nivîsên jinên kedkarên malê veqetand. Me xwest her derdor xwe bi pênûsa xwe îfade bike, çimkî ez wek kedkareke malê nikarim pirsgirêka wê vebêjim. Ji ber vê zaf girîng e." ‘EM DÎROKA MÊRAN BIDIN ALIYEKÎ Û YA XWE BINIVÎSIN' Kamîloglû, bang li jinan kir ku divê bêyî şik û guman binivîsin û wiha got: "Ya girîng ne baş an jî xirabûna wê ye, ya girîng ew e ku em xwe îfade bikin. Ji tiştên ku me jiyane em biaxivin, ji bo em axaftinên xwe binivîsin, ji bo em nivîsên xwe zêde bikin, ji bo em dîroka mêran bavêjin kêlekekê û ya xwe binivîsin bang li hemû jinan dikim ku bêyî şik û guman binivîsin."