TSK'ê Efrînê bombe kir: 4 sivîl birîndar bûn 2017-07-04 09:56:43 EFRÎN – Leşkerên TSK'ê û komên girêdayî TSK'ê, bi tang û topan êrîşî navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û Şehbayê kirin. Di êrîşê de 4 sivîl birîndar bûn. Leşkerên TSK'ê û komên girêdayî wê şevê din saet di 20:00`an de ji Ezazê, êrîşî gundên Mernaz û Qestel Cindo, Qetma û Vêlat Qadî û gundê Cilbîr yê Şêrawa, zêde kirin. Leşker û komên cuda yên bi çekên giran êrîş dikirin, topeke hawanê li malekê yê gundê Cilbîr, ket. Di êrîşê de 4 sivîl birîndar bûn. Ji kesên birîndar navê Sebah Îse ya 40 salî hate naskirin û niha li nexweşaxneya Afrîn tê dermankirin. Birîndarên din jî ji ber rewşa wan ne zêde xeter e li noqteyên tenduristî yên nêzî gund hatin dermankirin. Êrîşa komên girêdayî TSK'ê li ser gundê Bîloniya, Şêx Îsa û bajaroka Til Rifet dewam didome. Şervanên YPG û YPJ`ê li Efrînê û hêzên şoreşger li Şehbayê, berisva êrîşan didin. Topbaran û bersivdayîn şervananan û hêzên şoreşger didomin.