HPC: Em ê axa xwe ji dagirkeriya TSK'ê re nehêlin 2017-07-04 12:07:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Yek jî fermandarên HPC'ê ya Kantona Efrînê Dijwar Firat Merdê, da zanîn ku bi hezaran şervanên wan ji bo parastina axa xwe di eniya pêş de amade ne. Piştî dewleta tirk gefên xwe yên li dijî Efrîn û herêmên Şehbayê zêde kirin, hemû şêniyên kantonê ji bo parasinê ketin nava seferberiyê. Hêzên Parstina Civakî (HPC) jî hêza xwe li hemû kantonê zêde kir û komîteyên parastinê di nava komînan de bi rêxistin dike. Fermadarekê HPC'ê yê Kantona Efrînê Dijwar Ferat Merdê der barê erk û parastina welatiyan de ji ajansa ANHA'ê yê re axivî. Merdê li ser rewş û amadekariyên hêzên HPC'ê rawestiya û ev tişt got: "Em weke Hêzên Parastina Civakî (HPC) li eniyên herêma Şehba û Kantona Efrînê ciyê xwe di nava hêzên leşkerî de digrin." TEVLÊBÛNA HPC'Ê ZÊDE DIBE Merdê aşkera kir ku di demên dawî de li dijî gef û êrîşan, bi dehan şêniyên herêmê tev li HPC'ê dibin û dixwazin xaka xwe ji "Tirkiyeyê û çeteyên wê biparêzin." Merdê anî ziman ku ji hemû pêkhateyên Efrînê welatî cihê xwe di nava HPC'ê de digrin û wiha pê de çû: "Bi hezaran endamên HPC'ê amade ne ku herêma xwe biparêzin û li eniyên pêş di nava şer de ciyê xwe bigrin. Em bang li hemû şêniyên herêma Efrînê dikim ku tev li HPC'ê bibin û xaka xwe ji dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê re nehêlin."