Her sal rêjeya mirinên karkeran zêde bû 2017-07-04 12:46:23 STENBOL - Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran, aşkera kir ku di meha Hezîranê de herî kêm 164 karkerer, di 6 mehên salê de herî kêm 906 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Mirinên kar herî zêde ji ber demsalê di sektora çandiniyê de qewimîn. Yek jî mirarên herî girîng ên li Tirkiye û Kurdistanê, mirinên di qada kar de ne. Her meh bi dehan karker ji ber bê ewlehiyê jiyana xwe ji dest didin. Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran, da zanîn ku di meha Hezîranê de 164 karkerer, di 6 mehên salê de herî kêm 906 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Mirinên kar herî zêde ji ber demsalê di sektora çandiniyê de qewimîn. ZÊDETIR KARKER IN Di meha Hezîranê de ji 164 karkeran, 123 ji wan karker in, kesên di statuya memûrê de dixebitin; 29 jê cotkarên xwediyê axên piçûk, 12 ji wan esnaf û 41 ji wan jî kesên li gorî hesabên xwe dixebitin. HERÎ ZÊDE QADA ÇANDINIYÊ Li gorî meha Hezîranê rewş wiha hat diyarkirin; di kargehên Daristan û Çandiniyê de 49 karker; Înşaet û rêyan de 36 karker; di karên çandiniyê de 21 karker; di karên bazirganî û buroyan de 11 karker; di karên metalî de 9 karker; di karên enerjiyê de 9 karker; di karên madenî de 6 karker; di karên çîmento û camê de 4 karker; karê qût û şekir de 3 karker; karên keştî û tersaneyan de 3 karker; karên lê qonax vegirtin û şahiyan de 3 karker; karên şaredarî û karên giştî de 3 karker; di karên petrol-kîmya û lastîkê de 2 karker; karên tekstîl û postî de 2 karker; di karên dar û kaxiz de karkerek; di karên xizmetên civakî û tenduristiyê de karkerek û kerkerek jî qada wî ya karî nehat diyarkirin. QEZAYÊN TRAFÎK Û SERWÎSÎ DE Di meha Hezîranê de di qada trafîk û serwîsî de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên ku hatine dayîn di van qezayan de 164 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di nava 57 bajaran de, Stenbol di rêza yekemîn de ye. HER SAL ZÊDE BÛN Li gorî hejmara 6331'an a ÎSG'ê her sal rêjeya mirinan zêde dibe. Li gorî wê; Di sala 2013'an de 507 karker, Di sala 2014'an de 1009 karker, Di sala 2015'an de 810 karker, Di sala 2016'an de 932 karker, Di sala 2017'an de jî herî kêm 906 karkeran jiyana xwe ji dest da.