TSK'ê li gundên Efrînê xwîn rijand: 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da 8 jî birîndar bûn 2017-07-04 13:48:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên artêşa tirk û komên girêdayê wê êrîşên xwe yên li dijî Efrînê zêde kirin. Di êrîşa li dijî herêmên Şehba û gundê Kefrantonê de jin û zarok jî di nav de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 8 sivîl jî birîndar bûn. Li gorî nûçeya ajansa ANHA'yê di êrîşên artêşa tirk û komên girêdayê wê de, şevê din 3 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û 8 welatî jî birîndar bûne. Leşkerên tirk û komên girêdayê wê, gundên Mirenar, Fîlat, Qetma, Qestelcindo ên herêma Şêra, gundê Cilber û Îska yên herêma Şêrawa bi dijwarî bombekiribû. Her wiha bajarokê Erfad (Tilrifaat) Minx, Şêx Isa û Bîlûniyê yên herêma Şehbayê jî bûn hedefa êrîşên TSK'ê. Ev herêma ku ji aliyê Artêşa Şoreşgera ve hatine rizgarkirin, di demên dawî de di hedefa TSK'ê de ne. Di encama topbana li van herêman de jina bi navê Sebah Îsa jî di nava de, 4 sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrînê. Artêşa tirk û komên girêdayê wê êrîşên xwe li ser gundê Yazî Bax û Keferato yên herêma Şehbayê jî zêde kirine. Hat gotin ku saet di 03.00’an de bi dehan top li gundan hatine barandin. Di encamê êrîşa bi xwîn de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 kesên ji heman malbatê jî bi giranî birîndar bûn. Li gorî agahiyan kesên jiyana xwe ji dest dane ev in: Dayika bi navê Xezala Yûsif (40), Mûawiya EL-Yûsif (13), Tebarik EL-Yûsif (13). Kesên birîndar: Xensa EL-Yûsif (18), Rinda EL-Yûsif (23), Fîdaa EL-Yûsif (19) û Aya EL-Yûsif (16). Li gorî xebatkarên tenduristiyê rewşa hin birîndaran giran e. Gundê Kefiranton a herêmên Şehbayê, di sibata 2016’an de ji Cehet Fetih EL-Şam (Cebhet EL-Nesra) hatibû rizgarkirin.