Gerînendeyên nobedar ên Ozgur Gundemê hatin darizandin 2017-07-04 14:27:52 STENBOL - Rûniştina doza 13 Gerînendeya Giştî yên Nobedar ên Ozgur Gundemê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Doz taloqî 26'ê Cotmehê kirin. Rûniştina doza Gerînendeya Giştî ya Nobedar a Ozgur Gundem Îhsan Çaralan, Faruk Eren, Celal Başlangıç, Ertugrul Mavioglu, Fehim Işık, Celalettîn Can, Oncu Akgul, Huseyin Aykol ji ber nobetê û Omer Agin, Dilşah Kocakaya, Mehmet Şirin Taşdemir, Veysel Kemer, Yuksel Oguz jî ji ber nivîsênk xwe li 14'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Stenbolê derketin pêşberî dadger. Parêzerên rojnamegeran tev li rûniştina dozê bûn. Dîsa ji bo parastina kurdî tercuman amade bû. Rojnameger Mehmet Şirin Taşdemir ku li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê girtî ye bi riya SEGBÎS'ê tev li rûniştinê bû û parastin bi kurdî kir. Taşdemir, parastin kir û diyar kir ku nivîsa hatiye nivîsandin aydî wî ye. Heyetê ji bo Dilşah Kocakaya ku girtî tê darizandin jî xwest di rûniştinek din de di dozê de amade bibe. Piştî parastin hat kirin heyetê ji bo dosya bê temamkirin û bersûc amade bibin doz taloqî 26'ê Cotmeha 2017'an kir.