Dadger der barê Parlamenter Irgat de biryara girtinê da 2017-07-04 14:36:39 ÎZMÎR – Rûniştina doza Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat, li Îzmîrê hat dîtin. Dadger, bi hinceta Irgat tev li dozê nebû, der barê wê de biryara girtinê derxist. Der barê Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat de bi hinceta di sala 2015’an de di çalakiyek ji bo Rêberê PKK Abdullah Ocalan de axiibû doz lê hatibû vekirin. Irgat a ku bi angaşta “Pesindayîna sûcdar û sûc kiriye” doz lê hatibû vekirin li 40’emîn Dadgeha Cezayê Asiye ya Îzmîrê hat darizandin. Ji Irgat re heta 2 salan ceza tê xwestin. Parêzerê Irgat beşdarî dozê bûn, lê Irgat amade nebû. Parêzerên Irgat di parastinê de xwestin muwekîla wan bê beratkirin. Dadgehê jî derbarê Irgat de bi hinceta beşdarî dozê nebûye biryara girtinê derxist.