Cizîrî li Dîcleyê û Silopî jî li Cûdî xwe hênik dikin 2017-07-04 14:41:37 ŞIRNEX – Ji ber hewa germ şêniyên Cizirê xwe li Çemê Dîcleyê û şêniyên Silopiya jî xwe li Çiyayê Cûdî hênik dikin. Li navçeyên Cizîrê û Silopiya yên Şirnexê her roj hewa germtir dibe û germ bandorek neyînî li ser jiyana welatiyan dike. Li Cizîrê û Silopiya pileya germahiyê bi ser 50’î ket. Ji ber germahiyê şêniyên Cizîrê û Silopiya xwe li ber Çemê Dîcle û li seyrangeha Bêspîn a li Çiyayê Cûdî hênik dikin. ZAROK XWE LI ÇEMÊ DÎCLEYÊ HÊNIK DIKIN Ji ber kele kela havînê li Cizîrê jiyana rojane di saetên êvarê de destpê dike. Karkerên înşatan û cotkar jî di saetên êvarê de diçin ser kar. Zarok jî ji ber qije qija germe diherikin Çemê Dîcleyê û xwe hênik dikin. CIHÊ HÎNIKBÛNÊ ÇIYAYÊ CÛDÎ Li Silopiya jî li aliyekî kele kela germê alav dide û li aliyekî jî bêhna mazotê tê. Li Silopiyê jî navnîşana cihê xwe hênik kirinê seyrangeha Bêspîn a li Çiyayê Cûdî ye. Welatî li vir seyranê dikin û roja xwe wisa derbas dikin. Hin welatî ji ber qedexebûna zozanan sewalên xwe bixwe re tînin vir û diçêrînin.