Yalavuz ên pismamên hev hatin girtin 2017-07-04 15:25:22 AMED – Osman Yalavuz û Mesut Yalavuz ên pismamên hev ku li gundê Beşîştê ya Licê leşkeran ew birîndar kiribû hatin girtin. Li gundê Beşiştê yê Licê ya Amedê di 19’ê hezîranê de leşkeran ewil Osman Yalavuz birîndar kir û binçav kirin. Piştre Mesut Yalavuz jî heman rojê binçav kirin û di 20'ê hezîranê de birîndar kiribûn avêtibûn çolterê. Yalavuz ên pismamên hev ku her du jî bi giranî birîdar bûbûn hatin girtin. Bêyî ku dermankirina Yalavuzan xelas bibe hatin girtin. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Licê, bi angaştên “Alîkarî dane rêxistinê” û “Li ser navê rêxistinê xesp kirine” der barê pismamê hev Yalavuz de biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.