Kemalbay: Tişta îro tê darizandin siyaseta HDP’ê ye 2017-07-04 15:36:44 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay berî doza Fîgen Yuksekdag axivî û ev tişt got: "Tişta îro li vir tê arizandin, wedên aştiyê yên partiyeke siyasî ye." Piştî wekîltî û endamtiya Fîgen Yuksekdag hat xistin, dê îro li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê doza wê bê tîdin, berî rûniştinê, Hevseroka Gitşî ya HDP'ê û endamên partiyê daxuyanî dan. 'OPERASYONA LI DIJÎ SIYASETA JINÊ YE' Kemalbay diyar kir ku ev tiştên tên kirin, astengkirina siyaseta jinê ya li Tirkiyeyê ye û wiha axivî: "Di şexsê Fîgen Yuksekdag de em di binê lînçkirineke siyasî de ne, 244 roj e di girtîgehê de di şertên dijwar de tê girtin. Îro li ser welatiyên ku dixwazin dozê bişopînin jî tundiyek mezin heye. Dorpêçeke awarte tê dîtin. Rixmê hemû zextan jî em dê bi hevrêyên xwe re dozê bişopînin." Kemalbay destnîşan kir ku jin azad nebe dê Tirkiye azad nebe û wiha pê de çû: "Fîgen Yuksekdag îro bi dosyayên bê bingeh hatiye girtin, lê wê tenê di çarçoveya qanûnan de berpirsyariyên xwe pêk anî. Siyasetmedarek siyasetê neke dê çi bike? HDP ji ber hemû siyaseta xwe tê sûcdarkirin, ya rast ev rêbazeke desthilatdariyê ya ne rewa ye." Kemalbay, got ku "Em li gel hevseroka xwe ne" û aşkera kir ku heta li vî welatî jin azad nebin, dê welat jî azad nebe.