Nahêlin şande û rojnameger doza Yuksekdag bişopînin 2017-07-04 15:48:01 ENQERE – Rojnameger û şandeya biyanî, xwestin doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bişopînin. Lê polîsan destûr neda rojnameger û heyetê. Daneşîna ewil a doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dest pê kir. Ji ber dozeke din saeta doza Yuksekdah derengî bû. Parlamenterên HDP’ê, endam û rêveberên HDP, welatî û şandeyên ji derveyî welat hatin li Edliya Enqerê kom bûn. Heyetên biyanî, rojnameger û welatiyan xwestin dozê bişopînin. Lê polîsan destûr neda heyet û rojnameger dozê bişopînin. Heyeta ji parlamenterên HDP’ê pêk tê têkildarî mijarê bi serokê dadgehê re hevdîtin pêk anî.