Li Çelê êrîşa bi roketî: 3 leşker birîndar bûn 2017-07-04 15:54:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Çelê di êrîşa bi roketî de herî kêm 3 leşker birîndar bûn. Şer û pevçûnên li hêrêma Colemêrgê her ku diçin zêde dibin. Hema her roj an teqînek pêk tê, an jî di êrîşekê de gelek leşker birîndar dibin û gelek ji wan jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê, li çoltara navçeya Çelê êrîşek bi roketî pêk hatiye, 3 leşker birîndar bûne. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.