Endamên DÎP'ê tev li Meşa Edaletê bûn 2017-07-04 15:57:36 KOCAELÎ – Endamên Platforma Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî ku tev li Meşa Edaletê bûn, diyar kirin ku na tanê ji bo wekîlên girtî, divê ji bo hemû kesên beşên civakê yên mafên wan tê binpêkirin bibin yek û têkoşînê pêş bixin. Meşa Edaletê ya ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest pê kiriye di roja 20'an de didome. Endamên Platforma Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî (DİP) bi dowîz û pankartên "Ji Bo Her Kesî Edalet" tev li Meşa Edaletê bûn. Endamê Koordînasyona DÎP'ê Levent Tuzel diyar kir ku li Tirkiye yên pêdiviya wan ji aştî, demokrasî û edaletê heye tev li vê meşê dibin û pêdiviya her kesan bi edaletê heye. Tuzel, anî ziman ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê û îlana OHAL'ê êdî Tirkiye bi KHK'yan tê rêvebirin û KHK mirovan mexdûr dike. Tuzel, da zanîn ku Edalet meşa milyonan kesên bûne mexdûrê pergalê û wiha got: "Ev ne tenê lêgerîna edalet û hiqûqê ye. Di heman demê de li dijî newekhevi û bê hevsengiya li dijî civakê ye. Tuzel, xwest her kes di bin baneya daxwaza Edaletê de bibe yek û beşdarî mîtînga Maltepe bibin. HÊJ BÊTIR KARÊ ME HEYE Endama Koordînasyona DÎP'ê â Zimanzan Necmiye Alpay jî anî ziman ku ev meş hem pirsgirêkan û hem jî çareseriyê pêş dixe û wiha got: "Em hêj neghiştine nêviyê rê. Ev gava yekem e û pir girîng e û mucîze ye. Ev meş her ku diçe dibe bawerî û hêviya hemû welat û hezkirina hemû welatiyan qezenç dike. Hêj pir karê me heye." Endama Koordînasyona DİP'ê Oya Ersoy jî anî ziman ku di dîroka Tirkiye de tu cari bi qasî niha bê hiqûqî û binpêkirina mafan zêde nebûbû. Ersoy anî ziman ku bê edaletiyek mezin heye û wiha got: "Ev meş pir girîng e. Girîng e ku mirov ji bo her kesî bimeşe û li Edaletê bigere. Ev girse têr nake. Divê girse hê mezintir bibe. Em li Edaletê digerin. Divê OHAL be rakirin. Em naxwazin welat ji serî heta binî di nava bê edaletiyê de vegeze. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin."