Yuksekdag piştî 242 rojan derket pêşberî dadger 2017-07-04 16:32:45 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag ku piştî 242 rojan derket pêşberî dadgehê yekem bi çepik û siloganan hat pêşwazîkirin. Hevseroka Gişti ya HDP'ê ya berê ku wekîltî û endamtiya wê hat xistin Fîgen Yuksekdag, piştî 242 roj şûnde yekem car derket pêşberî dadger. Runiştina Yuksekdag li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Yuksekdag ku SEBGİS red kir ew anîn salona dadgehê. Yuksekdag bi silogan û çepikan hat pêşwazîkirin. BI ÇEPIK Û SLOGANAN HAT PÊŞWAZÎKIRIN Yuksekdag ku piştî 242 rojan yekem car derket peşberî dadgehê, dema derket peşberî dadger bi silogan û çepikan hat pêşwazîkirin. Dema Yuksekdag anî salonê bê navber siloganênk "Jin jiyan azadi" û "Figen Yüksekdag rûmeta me ye" hat berzkirin. Ji bo parastina Yuksekdag 1017 parêzeran vekalet da. Bi sedan parêzer hatin salona rûniştinê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay û wekilên HDP'ê jî li salonê amade bûn. Li salonê û koorîdroên edliyê gelek polîs amade ne. DESTÛR NEDAN HEYETANX Heyetên piyanî yên ji bo dozê bişopînin hatin Enqere, bi hiceta "Divê hûn destûrê ji Wezareta Karên Hundir bigirin" destûr neda heyetên biyanî dozê bişopînin. 83 SAL CEZA TÊ XWESTIN Dozger der barê Yuksekdag de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Muxalefetî ji meş û xwepêşandanan re kiriye" û "Tahrîkî sûc kiriye" ji 30 salan heta 83 salan ceza dixwaze.