Ji qeyûmê sosretek din: Sewalên nav bajêr kom bikin 2017-07-04 16:40:13 ÊLIH – Qeyûmê Şaredariya Êlihê, biryar da ku sewalên nav bajêr bi angaşta zerarê didin qadên bi çêre bên komkirin. Qeyûmê Şaredariya Êlihê Ertug Şevket Aksyon angaşt kir sewalên welatiyan ên nav bajêr berdidin kolanan û biryar da ku ev sewal nav bajêr qirêjî dikin. Her wiha qeyûm angaşt kir ku ev sewal zerarê didin qadên bi çêre yên nav bajêr. Qeyûm berê jî mudaxeleyî koçerên nav bajêr kiribû û gotibû ku ew ê koçeran bi sewalên wan re derbixin derveyî bajêr. Qeyûm aşkere kiribû koçerên dernekevin derveyî bajêr dê gomên wan xera bikin. Biryara xerakirina goman di meha Remazanê de li taxa GAP’ê ya Êlihê kiribûn meriyetê û gomên koçeran bi ser sewalan ve xera kiribûn.