Hejmara kesên Licê hatin binçavkirin bû 30 kesî 2017-07-04 16:40:42 AMED - Piştî êrîşa li dijî Alîkarê Serokê AKP'a Licê Orhan Mercan, hejmara kesên Licê hatin binçavkirin derket 30 kesan. Berî çend rojan li navçeya Licê ya Amedê Alîkarê Serokê AKP'a Licê Orhan Mercan hatibû kuştin, operasyona ku hat destpêkirin de bi dehan welatî hatin binçavkirin. Di operasyona destpêkê de nûçegîhaê DÎHA'ya ku bi KHK'ê hat girtin Behçet Bayhan, Hevseroka DBP'a Licê Rozerîn Tîgîtel û Hevseroka HDP'a Licê Salîme Zîngîl jî di nav de 19 kes hatibûn binçavkirin, di serdagitina îro de jî gelek kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de Hevserokê HDP'a Licê Niyazî Erdogan û rêveberên navçeyê jî hene, bi van binçaviyan re hejmara welatiyên di bin çavan de derket 30 kesî. Hat diyarkirin ku hin kesên hatine binçavkirin anîne şaxa TEM'ê ya Amedê, hin welatî ji li fermandariya cendiremyan a Licê tên girin.