24 xebatkarên Şaredariya Qoserê hatin berdan 2017-07-04 21:07:40 MÊRDÎN - 24 xebatkarên Şaredariya Qoserê ku 6 roj berê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin hatin berdan. 24 xebatkarên Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê ku di 29'ê Hezîranê de bi hinceta "Propogandaya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" kirine hatibûn binçavkirin, piştî karên îfadeyê yên li muduriyeta polîsan ew sewqî edliyeyê kirin. Piştî îfadeya dozgeriyê hemû kes serbest hatin berdan.