Li Erdîşê du malbat pev ketin: 2 kes mirin, 3 jî bîrîndar bûn 2017-07-04 22:28:15 WAN - Li Gundê Zewikê yê Erdîşê du malbatên ku xizmên hev in pev ketin. Di şerê malbatî de çek hatin bikaranîn û di şer de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn. Li Gundê Zewikê yê girêdayî navçeya Erdîşê ya Wanê pismamên hev pev ketin û paşê mezinê wan jî daxilî şer bûn. Di şer de çek hatin bikaranîn. Di şerê ku di navbera ferdên malbata Delîbaşê qewimî de, birayê keyayê gund Sadûllah Delîbaş bi çekê Alaattîn û Fatma Delîbaş kuştin û her wiha zarokên wan G.D, T.D û G.D. jî bi giranî birîndar kir. Birîndar bi ambulansan şandin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Dewletê ya Wanê. Hat hînbûn kû, rewşa birîndaran nebaş e.