Kuştina tiliya polîsan di navdeye tev li 'Kujer nediyar'an dikin 2017-07-05 09:07:18 RIHA - 6'emîn rûniştina doza 2 polîsên di 22'ê Tîrmeha 2015'an de li Serêkaniyê hatin kuştin dê 6'ê Tîrmehê bê dîtin. Li bendê ye ku dozger mutalaa bide. Parêzerê bersûcan Eyyup Sabri Tînaş, diyar kir ku xuya ye dê kuştinê tev li kuştina nediyaran bikin û lê dê ji aliyê hikûmetê ve diyar be. Di 22'yê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polîs Feyyaz Duman û Okan Uçar li mala xwe hatin kuştin. Ev bûyer wekî sedema şerê 2 salin didome hat nîşandan. Di vî şerî de heta niha bi hezaran leşker, polîs, PKK'yî û sivîl jiyana xwe ji dest dan. 6'emîn rûniştina doza kuştina polîsan dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê, di 6'ê Tîrmehê de bê dîtin. Ji dozê hêj 4 kes girtî tên darizandin. Tevî delîl û îdîayên der barê 4 kesan de yek bi yek hat pûçkirin jî hêj 4 kes girtî tên darizandin. Di rûniştina 5'an de ji 10 şopên tiliyan tenê şopa tiliya kesekî hatibû tespîtkirin. Derketibû holê ku kesê şopa tiliya wî hatiye tespîtkrin jî polîs Burak Koru ye. Şopa tiliyên 9 kesên li daîreya cîran hatibû dîtin jî li daîreya ku polîs lê hatin kuştin nehatibu dîtin. Di dosyaya doza kuştina polîsan de 4 jê girtî 9 kes tên darizandin. DOZGER DÊ BIXWAZE DADGER BIRYAR BIDE Parêzerê bersûcan Eyyup Sabri Tînaş, têkildarî rûniştina dozê diyar kir ku xuya ye dê dozger bixwaze ku dadger êdî biryar bide û dosyayê bigire. Tînaş, anî ziman ku kuştinê tev li kuştina nediyaran bikin û lê dê ji aliyê hikûmetê ve diyar be û wiha got: "Li bendê ye dozger di vê rûnştinê de bixwaze dadger êdî biryarê bide. Dozger dê ceza bixwaze. Ev dosya girêdayî pêvajoya siyasî ye. Hemû îdîa u delîlên li ser ciwanên girtî tên darizandin yek bi yek hat pûçkirin. Lê dîsa 4 ciwan girti tên darizandin. Ji ber ku ciwan di nava HDP'ê de cih digirin li bendê ye ku dozger ceza bixwaze. Li gori hiqûqê rewşa ciwanên tên darizandin ya bê cezakirin tune. An dê têxin situyê FETO an jî dê têxin situyê ciwanan. Lê tu delîl li ser muwekilên min tune. Hemû bê sûc in û tu eleqeya wan bi bûyerê tune ye." ŞIK LI SER POLÎSAN E Prz. Eyup Sabri Tinaş, anî ziman ku dozger îfadeya polîsê ku şopa tiliya wî hatibû dîtin girt, lê îfadeya wî li dosyaya darizandinê nehatiye zêdekirin û wiha got: "Her çend polîs got 'ez qet neçûme wê malê' jî, di lêkolînê de şopa tiliya polîs hat ditin. Îfadeya polis tije nakoki ye. Derket holê ku di şeva bûyerêde polîsê şopa diliya wî hat dîtin û polisên hatin kuştin bi hevre çûne marketê. Xwediyê marketê Şeyhmus Saglam' ev agahî parve kirin. Me xwest der barê polîs de berfireh lekolîn bêkirin. Lê heyeta dadgehê daxwaza me red kir. Em bawer dikin ku dosya ji bo xelaskirina pêvajoya çareseriyê bû. Ger ku ev kesana bên berdan û beraet kirin, dê listik derkeve holê. Lê de vê dosyayê şolî bikin û kê polîs kuştine dê zelal nebe. Dê ji aliyê hikûmetê ve kujer diyar be, lê pêvajoya aştiyê dê bê xerakirin."