Pêşniyara bijîşkan: Di germahiyê de xwarinên bi rûn nexwin 2017-07-05 09:09:52 EDENE - Serokê Odeya Bijîşkan a Edeneyê Doç. Dr. Alî Îhsan Okten, li hemberî germahiya zêde hişyarî kirin û diyar kir ku heta ku pêdivî pê tune be, divê welatî dernekevin derve, xwarinên rûnî nexwin û zêde zêde tiştên avî bixwin û vexwin. Li Edeneyê pileya germahiya hewayê di ser 40'î re ye û ji ber rûtûbeteke zêde ev germahî zêdetir dibe. Ev germahiya zêde hema bêje bandorê li hemû welatî û bi taybetî jî li welatiyên ku nexweşînên wek dil, tansiyon û bêhnstendin û vedanê li wan peyde bûne dike. Serokê Odeya Bijîşkan a Edeneyê Doç. Dr. Alî Îhsan Okten, li hemberî vê germahiya hin pêşniyarî kirin. NÎVROJ DERNEKEVIN DERVE Okten, anî ziman ku divê welatiyên nexweş di warê hewaya germ de bi hesastir tevbigerin. Okten, xwest ku di mehên havînê de zêde zêde tiştên avî bên xwarin û vexwarin û her wiha xwarinên rûnî jî neyên xwarin. Okten hişyar kir ku divê di navbera 11.00-16.00'an de kes dernekeve derve û wiha got: "Her ku diçe hewa germtir dibe. Lê divê kesên nexweşînên wek tansiyon, dil û bêhnstendin û vedanê li wan peyde bûne danê nîvro di navbera 11.00-16.00'an de dernekevin derve û li ber tavê negerin. Dê hewaya germ bibe sedema zêdebûna tansiyona van welatiyan, dê pirsgirêkên wan ên dil zêdetir bibin. Ji ber vê em pêşniyar dikin ku nexweş di van saetan de dernekevin derve û xwe li cihên hênik bigirin." XWARINÊN RÛNÎ NEXWIN Okten, ani ziman ku heke mirov dem dem biçe nexweşxaneyan û kontrola xwe bike dê baş be. Okten xwest ku xwarinên rûnî neyên xwarin û wiha got: "Mijara girîng jî ew e ku her ku hewa germtir dibe rêjeya xwêdanê jî zêde dibe. Her ku xwêdan zêde bibe, ava bedena mirov kêm dibe. Divê mirov li gor rojên berê bêtir tiştên avî vexwin. Divê dem bi dem biçin nexweşxaneyan û tehlîlan bikin. Divê bêtir biçin kontrolan. Divê navbera xwarinan kêmtir be. Divê di nav rojê de pir xwarin neyê xwarin. Bi taybetî di warê tansiyon û dil de dê bandorê li mirovan bike. Divê tiştên wek şebeş, petêx, penir û hwd. bên xwarin."