Pêşî îşkence, paşê rola polîsê 'qenc'! 2017-07-05 09:10:47 WAN - Adem Şîliyê ku li Sêrtê di serdgirtina malê de hat girtin, behsa kêliya serdegirtinê kir û got: "Polîsan ez derb kirim û perdeya guhê min qetandin. Paşê hemû polîsên taybet ji malê derketin û kamerayê vekirin. Bi nazikî li derî dan û gotin 'gelo em dikarin bên hundur'." Li Taxa Keşkalê ya Sêrtê, di 18'ê Îlona 2016'an de polîsan bi ser mala Adem Şîliyê 26 salî de girt. Şîlî, anî ziman ku di serdegirtinê de polîsan bi qundaxa çekê û postalên xwe wî derb kirine û paşê jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" wî girtine. Şîlî, got ku di dema derbkirinê de perdeya guhê wî hatiye qetandin. Şîlî, li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê ku lê tê ragirtin tiştên hatine serê wî vegotin. Diyar kir ku ji ber ku her diçû êşa guhê wî zêde dibû wî rakirine Nexweşxaneya Dewletê. Şîlî wiha axivî: "Li nexweşxaneyê teşhîs hat danîn, lê belê dîsa jî bijîşkan rapor neda. Piştî ku sewqî Nexweşxaneya Tîpa T a Wanê bûm li wir min şandin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê û li vir jî rapora derbkirinê nedan. Ji bo tedawiyê derman jî nenivîsandin. Dixwazim raya giştî di vî warî de bi hestiyarî tevbigere." ‘PÊŞÎ ÎŞKENCE, PAŞÊ JÎ ROLA POLÎSÊ QENC' Şîlî, wiha îşkenceya ku di bin çavan de lê hatiye kirin vegot: "Dema polîsên taybet bi ser malê de girtin, bêyî ku tiştekî bi min bikin bi qundaxên çekan li serê min dan û ez avêtim erdê. Paşê jî bi postal û qundaxan pêl serê min kirin û lêdan domandin. Dû re jî hemû tîmên taybet ji malê derketin û kamera vekirin. Bi nazikî li derî dan û gotin 'gelo em dikarin bên hundur'. Yanî tam şano bû. Tam 22 rojan di bin çavan de mam û bi tu awayî min nebirin nexweşxaneyê. Her diçû êşa guhê min zêde dibû." 'BIJÎŞK RAPORÊ NADIN' Şîlî, dest nîşan kir ku piştî hat girtin ew gelek caran çûye nexweşxaneyên dewletê, lê belê rapor nehatiye dayîn û wiha domand: "Dema ketim girtîgehê êdî min ji ber êşa guhê xwe îdare nedikir. Û hîn jî heman êş heye. Guhê min ê çepê nabihîse û zaf diêşe. Li Sêrt û Wanê çûm nexweşxaneyên dewletê, li ser hemû israrên min jî bijîşk bi awayekî kêfî rapor nedan. Ji ber ku girtiyê siyasî me raporê nadin min. Dixwazim rêxistinên civaka sivîl û raya giştî di vî warî de bi hestiyarî tevbigerin." Selman Keleş / Girtîgeha Tîpa M a Wanê- dihaber