Sûr li dijî 'îstîmlaqkirina lezgîn' e: Rûxandin berdewamiya qedexeyan e 2017-07-05 09:11:57 AMED - SAMER'ê di dema pevçûn û qedexeyên derketina kolanan de bi 4 hezar û 144 kesan re hevdîtin çêkir û ji sedî 94.5'ê beşdarvanan li dijî "îstîmlaqkirina lezgîn" in. Koordînatora SAMER'ê Yuksel Genç, got ku rûxandina niha berdewamiya qedexeyên derketina kolanan e. Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakiyî (SAMER), rû bi rû bi 4 hezar û 144 kesan ku di dema pevçûn û qedexeyên derketina kolanan de bi darê zorê ji Sûrê hatine koçkirin re hevdîtin çêkir. Di hevdîtinan de ji sedî 25.9 (hezar û 68 kes) 21 an jî 30 sal in li nav Sûrê dijîn. Rêjeya kesên ku li Sûrê çêbûne û mezin bûne jî 5.5 (228 kes) e. Her wiha rêjeya kesên ku 31-40 sal li Sûrê jiyane jî 13.6 (561 kes) e; û rêjeya kesên zêdeyî 41 salan li Sûrê jiyane jî ji sedî 11.8 (487) e. MALBAT BI HEV RE DIJÎN Li ji sedî 53.5 (2 hezar 43) malan zarokek an jî 3 zarok, ji sedî 27.5 (hezar û 51 mal) malan 4-6 zarok hene. Rêjeya malên ku hejmara zarokên wan 7-9 in jî ji sedî 3.4 (128 mal) e û rêjeya malbatên ku zarokên wan qet tune ne jî ji sedî 15.5 (590 mal) e. Di hevdîtinan de li mala ji sedî 30.4 kesan yanî li hezar û 256 malan nexweş, extiyar an jî astengên muhtacî alîkariyê hene. Li ji sedî 26.3 yanî hezar û 75 mal jî li nav Sûrê tevî malbatên din dijîn. Beriya koçberiyê rêjeya malbatên li gel malbatên din dijiyan ji sedî 48.1 (516 mal ), piştî koçeriyê jiyana bi malbateke din re didomînin. XWEDIYÊN MALAN KETIN XANIYÊN BIKIRÊ Beriya koçberiyê, rêjeya kesên di malê de tenê malbatek dijiyan ji sedî 25.7 (765 malbat) e, lê piştî koçberiyê tevî malbateke din dijnî. Ji sedî 32.3 (hezar û 335 kes) di xaniyên bikirê de bûn û yên ne di kirê de jî ji sedî 13.8 (569 kes) bû. Beriya koçberiyê ji kesên xwediyê xaniyên bitapo ji sedî 61.3 jê di kirê, ji sedî 87.7 xwediyê xaniyên bi sened jî piştî koçberiyê ketin xaniyên bikirê. Welatiyên di kirê de, diyar dikin ku ew li derveyî Sûrê jî li xaniyan digerin. KES NAXWAZE MALA XWE BIFIROŞE Ji sedî 82.7 kesên ku beşdarî hevdîtinê bûn, diyar kir ku rewşeke ku jîngeha ku tê de dijî bê firotin an jî guherandin tune ye. Her wiha rêjeya kesên ku dibêjin daxwaz ji bo kirîna xaniyên wan heye jî ji sedî 3.1 (128 mal) e. RÊJEYA KESÊN KU JI KARÊ XWE BÛN ZÊDE YE Ji sedî 44.2 (144 kargeh) yê kargehan xwedî ruhset in û qeyda wan a bacê heye, lê ji sedî 55.8 (182 kargeh) jî bê ruhset û qeyda wan a bacê tune ye. Piştî koçberiyê ji sedî 78.7 (259) kargeh fealiyetên xwe yên bazirganiyê nedomandin, lê rêjeya yên ku domandin ji sedî 21.3 (70 kargeh) ye. Rêjeya kesên ji karê xwe bûne ji sedî 30.7 (hezar û 253) hatiye diyarkirin. Ji sedî 92.8 (3 hezar û 788 mal) beşdarvanan diyar dikin piştî koçberiyê hemû ferdên malbatê di nav hev de jiyane. Rêjeya kesên ku koçberî derveyî Amedê bûne ji sedî 7.2 (289 mal) ye; yên koç nekirine jî ji sedî 92.8 (3 hezar û 713 mal) e. Ji sedî 70.4 (2 hezar û 889 mal) kesên ku koç kirine diyar kirin ku ew di xaniyên bikirê de dijîn, ji sedî 15.9 (654 xane) jî diyar kirin ku ew li gel xizmên xwe dijîn. Mesrefa mehane ya ji sedî 31.4 (904) beşdarvanan 301-400 TL ye. Mesrefa mehane ya hêwirandinê ya ji sedî 24.9 (717 mal) beşdarvanan 400-500 TL, ya ji sedî 18.6 (535mal) jî 201-300 TL û her wiha rêjeya kesên ku mesrefa wan 501-600 TL ye jî ji sedî 10.6 (306 mal) e, rêjeya yên mesrefa wan 601-700 TL ye ji sedî 6.2 (179 mal) ye û yên mesrefa wan a hêwirandinê 701 TL û zêdetirî wê jî rêjeya wan 3.9 (112 mal) e. Di warê hêwirandinê yên 200 TL û biniya wê didin jî ji sedî 4.4 (126 mal) e. KÊM KES SERÎ LI DARAZÊ DAN Ji sedî 31.7 (hezar û 303 mal) beşdarvanan dema ji Sûrê koç kirine ya li cem malbatekê an jî li cem nas û xizmên xwe mane. Ji sedî 85.4 (3 hezar û 494 mal) ji ber koçberiya bi darê zorê bi tu awayî serî li daraza netewî û navnetewî nedane. Tenê ji sedî 14.6 (598 mal) serî lê dane. PIRANÎ JÊ DIXWAZIN VEGERIN Ji sedî 64.8 (2 hezar û 660 mal) beşdarvanan diyar dikin heke şert û merc asayî bibin ew dixwazin vegerin Sûrê. Ji sedî 30.3 (hezar û 243) jî li Sûrê ne. Ji sedî 4.6 (190 mal) jî diyar dikin ku heke şert û merc baş bibin jî ew naxwazin vegerin. Ji sedî 0.4 (15 mal) jî di warê vegerê de bêbiryar in. LI DIJÎ ÎSTÎMLAQKIRINÊ NE Ji beşdarvanan tenê ji sedî 5.5 (213 mal) îstîmlaqê pesend dikin, lê ji sedî 94.5 (3 hezar û 688 mal) jî qebûl nakin. Ji sedî 29.3 (689 mal) ji bo vegerin mala xwe li dijî îstimlaqê ne, ji sedî 29.2 (688 mal) jî ji ber jiyana li Sûrê ji îstîmlaqê re dibêjin "Na". Rêjeya kesên ku biryara îstîmlaqê qebûl nakin û dibêjin "Na" ji sedî 13.3 (312 mal) ye. Rêjeya kesên ji ber "li cihekî din derfetên jiyanê tune ne û jiyana ji bilî ya Sûrê buhaye" dibêjin "Na" ji sedî 10.1 (237 mal) e. Rêjeya kesên ku îstîmlaqkirina lezgîn wek xespkirina hin mafan dibînin û ji ber vê yekê dibêjin "Na" ji sedî 9 (212 mal) e. Rêjeya kesên ku biryara îstîmlaqê û rêbaza wê rast nabînin û dibêjin "Na" ji sedî 2.4 (57 mal) e û rêjeya kesên ku endîşeya wan ku dê dîrok û çanda Sûrê tarûmar bibe û ji ber vê yekê dibêjin "Na" jî ji sedî 1.1 (27 mal) e. TENÊ 3 MAL DEWLETÊ 'MAFDAR' DERDIXÎNIN Rêjeya kesên biryara îstîmlaqê pesend dikin û dibêjin "Erê" ji sedî 5 e. Li gor vê piranî jê yanî ji sedî 38.7'an ji ber ku hêviya wan malek nû ye dibêjin "Erê". Ji sedî 25.2 (39 mal) bi şertê ku qîmeta malên wan baş bê dayîn ew ê bibêjin"Erê". Ji sedî 23.9 (37 mal) jî diyar dikin ku ji ber pêdiviya Sûrê bi veguherandina bajêr heye û ji ber vê divê bê nûkirin dibêjin "Erê". Ji sedî 3.2 jî diyar dikin ku ji ber ku di rûxandinê de tiştek nemaye ji bilî îstîmlaqê tu alternatîf tune ye û ji ber vê yekê dibêje "Erê". Ji sedî 1.9 (3 mal) tenê rêzê nîşanî biryara dewletê didin û dibêjin "Erê". Rêjeya kesên ji ber sedemên din dibêjin "Erê" jî ji sedî 5.8 (9 mal) e. GENÇ: ‘VEGUHERANDINA BAJÊR' BERDEWAMIYA SERDEMA QEDEXEYÊ YE Endama Desteya Rêveberiyê ya SAMER'ê Yuksel Genç, dest nîşan kir ku ev xebat têkildarî serdema qedexeyên derketina kolanan û dorpêçkirinan ên di navbera 2015-2016'an de ne. Genç, diyar kir ku ev xebat balê dikêşe ser raçînga demografîk, sosyo-ekonomîk û çandî ya kesên ji cihên xwe bûne. Genç, diyar kir ku rûxandina ku li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê hat destpêkirin berdewamiya vê pêvajoyê ye û wiha axivî: "Piştî qedexeyan ewil 6 tax hatin rûxandin. Hîn jî ev kuçe qedexe ne. Dema me dest bi vê xebatê kir nû nû qedexeya derketina kolanan rabûbû, lê belê dorpêçkirin didomand. Lê li gel vê jî gel vedigeriya. Niha ji bilî 6 taxên hatine rûxandin û dorpêçkirina wan didome, kesên taxên din vegeriyane. Hin kesên vegeriyabûn niha bi rûxandina Alîpaşa û Lalebeyê dubare ji cihê xwe dibin."